Kêm kes hene ku di ber Keleha Hewlêrê re derbas bûbin, lê berê xwe nedabin wêneyên Azad Reşîd Hewêz xêzkirî. Azad ev 37 sal in li ber Keleha Hewlêrê li ser kaxezê bi qelema reş xêz dike.
Azad Reşîd Hewêz xelkê Hewlêrê ye, her roj saet 11:00’an ta 17:00’an li ber Keleha Hewlêrê rûdine û bi xêzkirina wêneyên welatiyan, debara xwe û malbata xwe dike. Azad sala 1984’an destpêkê bi pênûsa darî, dest bi xêzkirina wêneyên xwezaya Kurdistanê dike. Ev ji bo wî dibe destpêkek. Destpêkê ti zanîna wî li ser hunerê wêne û çawaniya xêzkirinê nebû û li ser huner perwerde jî nebûbû. Ew xwe bi xwe fêrî vî karî bûye.
Ji ber xwestek û hezkirina Azad a ji şêwekariyê re, ew bû şêwekar. Ciwaniya xwezaya Kurdistanê hezkirina wî ya ji hunerê xêzkirina wêneyan zêdetir dike. Her wiha Azad gelek kesên din jî fêrî vî hunerî dike. Ew dibêje, wî hevjîn û zarokên xwe jî fêrî xêzkirinê kirine.
Azad Reşîd Hewêz bi çar mezinahiyên cihê wêneyan xêz dike, buhayê her wêneyek jî li gorî mezinahiya wêne ye. Wêneyên wî bi 10 hezar ta 50 hezar dînaran e. Cudahiya wêneyên Azad ew e ku wêneyên xwe bi qelema reş li ser kaxeyê xêz dike û ti rengên din bi kar naîne. Ji bo xêzkirina wêneyê her welatiyekî jî pêwîstî bi 15 ta 20 deqeyan heye.
Azad ji bilî xêzkirina wêneyan, li tembûrê jî dixe. Azad li ser karê xwe dibêje, “Dema bi pênûsê wêneyekî xêz dikim, wisan hîs dikim ku ji nû ve ji dayîk bûme. Ji ber ku xêzkirina wêneyan tevli hest û hişê min bûye. Dema dibînim welatî ji karê min razî ne, gelek kefxweş dibim.”