Derhênerê Filma “Bê niştiman” diyar kir wê di rojên Cejna Qurbanê de filmê wan li sînemayên Herêma Kurdistanê were nîşandan. Filmê “Bê nîştiman” li ser jiyana penaberiyê ya piştî şerê çeteyên DAIŞ’ê ye.
Di saetên êvarê de li Sitî Sînemaya Silêmaniyê derhênerê filma ‘Bê nîştiman’ Turêj Aslanî di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku wê di rojên Cejna Qurbanê de filma wan li sînemayên Herêma Kurdistanê were nîşandan.
Turêj Aslanî derhêneriya filma “Bê nîştiman” kiriye, lîstikvanî û aktorên wê ji xelkê her çar parçên Kurdistanê ne. Naveroka filmê li ser jiyan, şer, penaberiya di dema şerê DAIŞ’ê de ye. Her wiha ew film neçariya penaberan jî dibêje. Dîmenên filmê li Başûrê Kurdistanê hatine girtin.
Li gorî gotina derhênerê filmê, roja yekem a cejnê, yanî 20’ê Tîrmehê saet 19:00’an de li Sitî Sînema ya Silêmaniyê bi amadebûna aktor û lîstikvanan film wê were nîşandan.
Her wiha di rojên duyem û sêyem ên cejnê de jî bi rêzê ve li Dihok, Hewlêr û Kerkûkê were nîşandan.