Tevgera Çand û Hunerê, di çarçoveya çalakiyên meha çandê de, şahiyeke li navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer a Dêrikê li dar xist.
Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê di çarçoveya meha çandê de bi diruşma «Bi çand û hunera demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û bi serkevin» şahiyek li Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer li dar xist. Bi sedan şênî beşdarî şahiyê bûn.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Tevgera Çand û Hunerê ya Dicle ya Dêrikê Elî Hacî axivî û got: «Çand û huner nasname û dîroka gelan e. Ji ber vê yekê divê em çandê pêş bixin û bixin xizmeta şoreşa Rojava.»
Hacî diyar kir ku Tevgera Çand û Hunerê bi çalakiyên xwe xizmeta şoreşê dike.
Piştî axaftinan, Koma Şehîd Zîlan a ji Dirbêsiyê û hunermend Mihemed Cûdî ku endamê Koma Tolhildan a Hesekê ye stran gotin.
Beşdaran li ber stranan govend gerandin.