Me weke Enstîtûya Kurdî ya Swîsre kongreya xwe ya Yekemîn li darxist. Bi amadebûna zêdetirî 50 Endam û tevlîbûna çendîn mêhvanan komgireya me ya yekemîn bi coşeke mezin hat li darxistin. Kongre li Paytexta Swîsre li Bern li Dergaha Elewîyan hat pêkanîn.

Vekirina Kongreyê ji aliyê Hevserokê Enstîtûyê Cemal Özçelîk ve hate vekirin û bi pêşgotinekî pêşwazî li beşdarbûyan hat kirin. Piştre bi pêşniyara kû sê kes weke Dîwana birêveberiya Kongreyê hatin hilbjartin ew jî berêz Alî Şîmşek, Dilber û Gernas Koçer Kongre bi xulekek Rêzdarî li ser giyanê şehîdan hat rawestîn.

Kongre bi tewerên weke nirxandina rewşên giştî li Kurdistan û Herêmê hate despêkirin, weha bi xwendina Peyamên Saziyan û Gotinên Mêhvanan berdewam kir. Ji mêhvanan nivîskarê Rojhilatî Rehîm Miehemdî, ji Tevgera Jinên Kurd berêz Zozan û Rebîa Sozdar, Nûner û Avakerê Weqfa Ismet Şerîf Wanlî, Nûnerê Tev Çandê, Nûnerê CDKS Emrûllah Bingol, nûnerê Partiya Demokrata Kurdistan-Îran Enwer Berdiya, nûnerê Tevgera Goran Kak Refîq, li ser nave Kovara Destarê Hemîd Dilbihar beşdarî kongreya me bûn.

Mijarên din kû ji aliyê civata Kongireya ve hatîn pejrandin weke xwendina Rapora Komîteya Amadekar, şîrove li ser rapor û kar û barên kû heta dema Kongireyê hatîn kirin pêkhatin. Li dawî de, hilbijartina Rêveberiyekî nû 13 Kesan hate hilbijartin û ji Wekî din hilbijartin.