Bi dengdana li Parlamentoya Kantona Bernê hat kirin, biryar hat dayîn ku agahdariyên fermî bi Kurmancî jî werin kirin.

Komeleya Çandê ya Kurd a Bernê, Komeleya Çandê ya Elewiyan a Bernê û Komeleya Piştevaniyê ya Kurd û Tirk a Swîsreyê bi hev re tevgeriyan û bi hevkariya çalak ya Hevserokê Enstitûya me ya Kurdî Cemal Ozçelîk îmzeyên ku li Kantona Bernê berhev kirin, pêşnûma pêşkêşê parlamentoyê kirin.

Beriya pêşkêşkirina pêşnûmayê, aktîvîsta Kurd Yeşîm Ekîcî, li ser agahdarkirina têkildarê pêşnûmayê axaftinek kir.

Piştî axaftina Yeşîm Ekîciyê, li ser navê partiyên komên wan hene jî axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan dest bi dengdayînê hat kirin. 64 kesan got erê, 6 kesan got na, 3 kesan jî negot erê ne jî na. Piştî bi encambûna bi erênî ya dengdanê, komeke Kurdistanî ku dengdana li Parlamentoyê dişopandin, bi çepikan spasiya parlamentoyê kir.

Aktîvîsta Kurd Yeşîm Ekîcî anî ziman ku ew bi demeke dirêj li ser pêşnûmayê xebitîne û destnîşan kir ku temsîlkirina Kurdan bi zimanê wan, pir giring e û bi lêv kir ku bi salan e Kurd neçarî agahdarkirinên bi Erebî, Tirkî û Fransî tên hiştin. Ekîcî anî ziman ku pêşnûma bi dengdaneke zêde hatiye erêkirin û spasiya hemû partiyên piştgirî dane, kir.

Hevserokê Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Cemal Ozçelîk jî got ku wê xebatên li ser zimanê Kurdî berdewam bibin û ew şad in ji ber biryara hatiye dayîn.

Bi biryara hat dayîn, wê êdî hemû agahdariyên giring bi Kurmancî jî werin belav kirin.