Rêziknameya Enstîtuya Kurdî Swîsre
1- Nav, cih û Civata Kongirê
Di bin navê « Enstîtuya Kurdî Swîsre » de Enstîtuya Kurdî ji bo perwerde û lêkolina li ser ziman, çand û dîroka kurdî li gorî yasayê sivîl a benda 60 hatiye avakirin.
Cih (Bern, Cenevre, Zûrîx) Swîsre .
Civata Kongirê ji salê heta salê carekî pêktê.
Têkiliyên hundirîn dê tev bi zimanê Kurdî bin.
2- Armanc
Armancê Estîtuyê piştgirî û pêşvebirina perwerde û fêrbûna zimanê kurdiye. Herwiha xebatên zanistî û pêkanîna lêkolînan di hemû warên ziman bi zaravayên xwe ve û li ser vejandina çanda kurd dike armanc. Armancek Enstituyê ya sereke ewe kû ziman û çanda kurdî di nava Kurdên li Swîsreyê de biparêze û bide pêşxistin.
Peymanên navnetewî yên kû zimanê dayîkê diparêzin qebûl dike û yasayê pirzimanî ya zagonên Swîssreyê ji xwre weke prensîb dibîne û di wê çerçoveyê de kar dike û sûdê ji ezmûnên pedagojîk yên ku li ser prensîbên pirzimanî yên destûra Swisreyê û pêswaziyên UNESCO û herwiha yên kursên li ser zimanê dayikê CLCO ya Swisre distîne.
Enstîtut di warê zindîkirina zimanê Kurdî de yê kû eve demek dirêje li hin welatan qedexeye û mafên Çandî yên civaka Kurd bi giştî nayê pejrandin hişyariyê pêşdixe.
Di asta civakî û candî de afirandina zanyarî û perwerdeya bi zimanê dayikê di civakêk wek ya kurd ku nasname û canda wî ji aliye dewletên mêtinger ve hatiye înkarkirin pir zêde girînge. Ji ber vê jî divê hemû zarok û şagirt him zimanê xwe û him jî yên din ku li dora wan tê bikaranîn hezbikin daku ji çanda xwe durnekevin.
Enstîtut her cikas qebul dike ku xebatên wê yen cand û ziman li ser nasnameya kurde jî, diyar dike ku ew ne rêxistinek siyasî ye.
Enstîtut, xebatên xwe yên li ser xalên perwerde, wêje û dîrokê bi saya van xebatan birêve dibe.
Kursên hînbûna hemû zaraveyên zimanê kurdî di asta civakî û wek kursên taybetî. Hîndarîya pédagojik jibo mamoste û perwerdekarên ku li ser zimanê kurd xebatê bimeşînin. Amade, capkirin û wergera belge û pirtûkan. Mesandina xebatên wek konferans, atolye, kurs û semîneran. Dayina alîkariya xwendekar û lêkolîneran.
Xebatên li ser projeyên integrasyona civakî ya adilane ya kurdan bi civaka
Swisre’re. Avakirin û bi rêvebirina pirtûkxaneyeke. Dayina kursên zimanên Swisreyê.
Da kû mamoste bikaribin Kursên bi kurdî didin, Enstîtu dikare protokolan bi berpirsiyarên perwerdeyên kantonan re amade bike.
Enstîtut, dikare xebatên alîkariya maddi him ji rêxistinê civakî û herweha ji kesan berhevbike. Wekî din Enstîtut ji aliyê rexistinên Kantonan, Federal û yên Navnetewî ve dikare bi madi were destekirin.
Enstîtut bi armanca menfaat û ticarî tevnagere û tu xebatên li ser qezencê nameşine. Alikariyên madi tenê dikare ji bo armancên rêxistin ku di xalên jor de hatiye eşkerekirin were bikaranîn. Endamên wê, bi ti awayî nikarin mal û milkê Enstîtuyê ji bo menfaatê xwe yên takekesî bikarbînin. Dema ku endameke yan jî endamekî Enstîtutê ji vê têkiliye dûr bikeve wek istifa, yan jî Enstîtut dawiyê li xebatê xwe binê, ti mafên wî-wê tuneye li ser malên Enstîtutê ti mafî idia bike. Zêdeyi pêwîstiya kar mafên tu kesî tuneye ku mal û milkên Enstîtute bikarbîne.
3-Endamên Enstîtuyê
Hemu kes û rêxistin dikarin bibin endam bi mercên bi referansa dû kesan û bi pejrandina Rêvebiriyê.
Enstîtut ji endamên herdem, endamên rumetdar û yên sponsor pêktê.
Hemû kesên ku dixwazin tevlî xebat û tevgerên Enstîtuyê bibin yan û endamtiya xwe didin dikarin bibin endamê. Herwiha kesên naxwazin tevl xebatên Enstîtutê bibin lê dixwazin aîkariya maddi bidin dikarin bibin bexişdarê / sponsorê Enstîtuyê.
Kesekî ku xizmetek berbiçav ya Enstîtutê bike dikare bibe endamê wê yê rumetdar.
Endamên Rumetê di civata Konireyê de tên hilbijratin.
4-Maf û Erk
Her endam mafê wî/wê heye ku tevlî hemû xebatên Enstîtuyê bibe. Hemû endam divê armancên Enstîtuyê yên di rêziknameyê de hatine eşkerekirin, di her warê jiyanê de bipejirînin. Her endam berpirsiyarê encamên liv û têvgera xwe ya ku li derveyî rêziknameya Enstîtuye. Ew di vî warî de Enstîtut ji hemû berpirsiyariya azad dike.
Endamên aktîv kû erkê endamtiyê pêktînin, mafên wan heye deng bidin, beşdarî axaftinan bibin, pêşniyaran bikin û werin hilbijartin. Sponsor dikarin beşdarî axaftinê bibin lê mafên wan yê dengdanê nîne. Endamên Rumetê di civata Kongreyê de tên hilbijartin.
5 – Pejirandin û durxistina endaman
Serlêdana endamtiyê bi riya name yan jî mailê divê were kirin. Desteya Rêvebir biryarê bi pirranîya dengan distîne.
Ji endamxistin bi riya şûndekişî yan ji aliyê rêvebirtiyê ve durxistin yan jî piştî dû salan nedayina beşdartiyên xwe çêdibe.
Şundekêşî divê bi nivîskî ji rêvebiriyê re sê meh berê were şandin. Bi serlêdanek taybet, şundekêşî dikare were qebûl kirin bi mercên ku endam mehanetiyên xwe yê salê bide.
Rêvebirî dikare endamên ku li gorî rêziknameyê bi rêzdarî tevnagere yekser bide seknandin. Jibo seknandina endaman piranîya ji sisêyan dudu pêwîste. Beriya dengdayina li ser durxistina wî/wê endam dikare di hindirê du hefteyan de tawannameyê bibersivîne. Divê li ser seknandinê rêvebirî agahdariyê bide civata kongreya giştî. Mafê endamên hatine seknandin heye ku, di hundirên Sî (30) rojan de parastina xwe li dijî tawannameyê li dijî xwe bike. Serlêdan, ji aliyê rêvebiriyê ve divê were rojeva kongreya pêş de û her sê alî, Rêvebirî, Endamê Bertawan û Gilîdar dikarin di kongreyê de xwe bi niviskî yan devkî îfade bike. Biryar ji aliyê piraniya asan ya kongereya tê Girtin.
Bi seknandina endam, dawiyê li hemû mafên wî/wê tên. Ji aliyê din endamên ku hatine seknandin, nikarin alikarî û mehanetiyên ku dema borî dane şunde bistînin.
Endam pistî ku mehanetîya xwe weke di rêziknameyê de hatiye eşkerekirin nedabe tê durxistin. Seknandin piştî du hefteyan ku nameya hişyarkirinê hatiye şandin dikeve meriyetê. Hemû hişyarname divê bi nivîskî were şandin. Rêvebirî, yan bi riya biryarek asan yan jî hinek endaman erkdar dike. Endamê peywendîdar Rêvebirî bi awayekî nivîskî tê agahdirkirin.
6-Beşdartî
Beşdartî ji aliyê Kongreya giştî ve tê eşkere kirin. Rêvebirî dikari hinek endaman ji Beşdartiya wan bibûrîne. Divê rêvebirî vê biryarê û sedemên wê têke rapora xwe ya salane.
7- Sazûmaniyên Enstîtûyê:
Kongreya giştî
Rêvebirî.
Komîteya Şêwirmediyê
Komîta Çavdêriya Darayî
7-1 Kongreya giştî
1. Kongreya giştî rêvebiriya herî bilind ya Enstîtuyê ye û bi pirsgirêken herî sereke û bingehîn ve mijûl dibe. Bi taybetî yên li jêr:
rapora salane ya xebatan û ya darayî di berçavan re derbas û erê dike.Budceya salane erê dike. Raporên rêvebirî û piştraskirinên hesabên Enstîtutê erê dike. Biryara miqtarên beşdartiya endama dide. rêziknameya saziyê û hebe guhartinên wê erê dike. Biyarên li ser pêşniyazên hatine dayin digre.
h) kongre nirxandin û biryaran li ser pirsgirêkên ku ji aliyê rêvebirtiyê ve hatibe Kongreyê digre.
I) biryara li ser girtina saziyê digre.
j) biryara beş û şaxên nû digre.
k) Kongire rêveberan hildibjêjre.
Rêvebirî Kongra Enstîtuyê ya salê pêktînê. Vexwendiyê kongreya giştî divê bi riya name yan maile ji endaman re herî nêzîk çar hefte berê were şandin. Rojev û eger hebe pêşniyazên ji aliyê endaman ve ku di hindirê salê de hatine kirin bi nameya vexwendinê re tê şandin. Pêşniyaz, yan jî dijrabûn li ser guhertinên rojeva Kongirê eger hebe dive herî dereng du hefte berê ji rêvebiriyê re were şandin.
3. Pêşniyazên ku dereng hatine dayin yên jibo guhertina statuyê ne têde, û yên bi mercên erêkirina piraniya endamên di kongireyê de amade, dikare têkeve rojeva kongreyê.
4. Rêvebirî dikare endaman ji bo kongreyek awarte bicivîne, bi mercên ku, sûda Enstîtûyê têde hebe yan jî ji sedi sî endam bixwazin dikarin di serlidana nivîskî de daxwazê bikin kû divê têde bi awakî fereh sedemên banga awerte were nîşandan.
5. Naveroka mijarên di kongireyê dê bên axaftin û biryarên werne girtin divê were nivîsandin. Ev belge herî dereng di hundirên du mehan de divê ji endaman re were şandin, herwiha heman belge ji aliyê kongireya bê ve tê nirxandin û erêkirin.
7-2 Rêvebirî
Enstîtuya Kurdî bi hevserokatî tê rêvebirirn.
Rêvebirî Heta heftiyeikî erkê xwe dewrî rêvebiriya nû dike. Herî zêde heta 60 Rojî bi rêvebiriyê nû re alîkar hemû karê xwe dewir dike.
Di civînên rêvebiriyê de naveroka mijar û biryarên tên girtin tên nivîsandin û arşîvkirin. Ev belge herî dereng di hundirên 60 rojan de divê ji bo hemû endam bixwînin amade be.
Rêvebirî li ser xebatên xwe raporê dide kongireya giştî.
Bi destnivîsa hevserokan yan ji du endamên erkdarên ji rêvebiriyê, sazî ji aliyê dadmendî ve tê berpirsiyar girtin.
Berbirsiyariya rêvebiriyê di bûyerên mebestdar yan jî xemsariya bi zanebûn de bi sînor dibe.
Rêvebirî Komîteyên kar (Komxebatên Beşan) yên Beşan ava dike.
7-3 Desteya Şêwirmendiyê
Rêvebirî desteya şêwirmendiyê diyar dike.
7-4 Komîteya Çavdêriya Darayî
Dû çavdêr ji aliyê civaka kongireya giştî ve tên hilbijartin. Çavdêr piştî kû hesabên Enstîtuyê di ber çavan re derbas dikin, wê pêşniyazî kongirê dikin. Herweha Kongire raporê erê yan jî red dike.
Çavdêr her demê dikarin hesaban kontrol bikin.
8-Mafê dengdanê û hejmara beseyî
Her endam mafê wî/wê tenê jibo dengekî heye. Mafê dengdayinê nikare bi rêya kesek din were dayin.
Hejmara beseyi weke di rêziknamê de hatiye eşkere kirin bi cîh tê.
Biryar ji aliyê piranîya dengên asan ya Kongireyê ve tên girtin. Demê ku dengên erê
na wekhev derkevin, dora duyemîn tê cêkirin. Eger encam neyê guherîn dê piştî rastkirin û li hevkirina aliyan pêşniyar dikare careke din were kirin û bikevê dengdanê.
Ji bo li dawîanîna Saziyê û xebatên wê, dengên ji sisiyan dudu yên endaman pêwîste.
9 – Debarî / Finans
Rêvebirî ji kontirola hesaban, mal û mulkên Enstîtutê berpirsiyar e. Pêdiviyên Enstîtutê yên darayi ji mal û mulkên Enstîtutê ve tê misogerkirin. Berpirsiyariya ti endaman wek kes di warê xerckirina maliyê de bi serê xwe tûneye.
10- Girtina Saziyê
Eger Enstîtut were girtin, mal û mulkên wê, divê ji rêxistinek din ku bi heman yan jî nêzikî armanca wê xebatê dimeşine re were dayin. Di ti rewş û mercan de mal û mulkên Enstîtutê li endaman nayê parkirin. Di vê mijarê de biryar ji aliyê kongreya giştî ve ya herî dawiye ve tê stendin. Eger derfeta biryara girtina Enstîtuyê ji aliyê Kongireyê ve çênebe, rêvebirî karê girtina wê dimeşîne.