Yekîtiya Netewan, ji bo zimanên cîhanê ku hêjmara wan bi sedan e biparêze, roja 21 ê Sibatê wek roja Zimanê Neteweyî ya Cîhanê destnîşan kir. Destnîşankirina vê rojê tenê hişyariyek e. Ji ber ku hat çavdêrkirin ku roj bi roj gellek zimanên mirovatiyê berê qels dibin, ti kes li wan xwedî dernakevin û paşê jî bêyî ku pirr zêde şopan li pê xwe bihêlîn wenda dibin û binaxkî dibin. Ji bo ku ev zimanên aîdî gelên cuda cuda ne û di heman demê de jî mîrata hemû mirovatiyê ye wenda nebin, Yekitiya Netewan xwest pêngavekê biavîje, lê mixabin ji bo ku enînivîsa vendabûnê neyê serê zimanên cîhanê yên biçûk jî ti tedbîrên berbiçav nestend. Ji ber vêya her gel û netew divê li çareya parastina zimanê xwe bigere.
Îroj bi taybet zimanê gelên bindest û yên ne xwedî dewlet in di bin xeteriyê de ne. Ji bilî wan jî, zimanê gelên ku bi awayekî îzole di nav daristanên kûr ên rê bi ser wan nakevin de dijin jî ne tenê di bin xeteriyê de ne, ew hema hema li ber têkçûn û wendabûyinê jî ne.
Zimanê me yê netewî Kurdî jî îroj di bin gellek êrîş û gefan de ye. Dewletên dagirker ji bo zimanê me qels û tine bikin, çi ji destê wan tên dikin. Bi riya konevaniya bişaftinê dixwazin zimanê me roj bi roj bihelînin û nasnameya gelê me ji holê rakin.
Zimanê Kurdî yê ku kok û rehê wê digihêje berî deh hezar salan, tevî ewqas êrîş, înkar kirin û qedexekirinan, hîn jî li ser nigan e û bi saya serê dayik, ronakbîr, zimanzan û hezkiriyên zimanê me yê neteweyî roj bi roj mezintir û berfirehtir dibe. Ev berxwedan bi serê xwe cihê şanazî û pesinandinê ye.
Lê berxwedana zimanê me û lêxwedîderketina mirovên me yên dilsoz li zimanê me, nayê wê wateyê ku zimanê Kurdî êdî ne di bin ti xeteriyan de ye. Berxwedana me çuqasî mezin dibe, êrîşên li ser zimanê me jî bi wê re mezintir û kûrtir dibin. Dijminên gelê me, ji bo bişaftina gelê me û tinekirina zimanê me yê neteweyî hîn jî her riyê diceribînin û her alavî bikar tînin. Kuştin, hepiskirin, geflêxwarin, hewildana bi riya dibistanan bişaftin ûhwd di nav van rê û alavan de ne.
Ji ber vê hindê divê em lêxwedîderketina li zimanê xwe xurttir bikin û xebatên xwe geştir bikin. Lewra em baş dizanin ku zimanê me nasnama me ye û nasnama me jî hebûna me ye. Lê ji bo ku em ziman û nasnameya xwe biparêzin, bitenê xebatên zimanî û çandî têr nakin. Ji ber ku ev êrîşên li ser zimanê me ji hêla sîstemên dagirker ve têne meşandin, divê xebatên me jî ji tekosînê dijkolonyalîzme ne qut bin. Çawa ku em nikarin bêyî xebatên zimanî li dijî dagirkeriyê têbikoşin, emê nikaribin bêyê xebatên li dijî kolonyalîzmê jî tekoşîna ji bo berxwedan û pêşdebirina zimên bimeşînin.
Ji hêla hêjmarê gelê me îroj yek ji gelên mezin e û hêjmara wî gihiştiye heta nêzî 50 milyonan. Kurd di vê cîhana global û postmodern de ne tenê li ser axa Kurdîstanê, lê li hemû welatên cîhanê jî belav bûne. Ji ber vê ya divê xebat û tekoşîna me jî li seranserê erdnîgara cîhanê belav bibe û em li ku dijîn bila em bijîn, divê em li nasnama xwe, li zimanê xwe û li çanda xwe xwedî derkevin. Bi van bîr, bawerî û hestan ji bo ku em li gor hêza xwe rê li ber bişaftinê bigrin, me li Swîsre‘yê Enstîtuya Kurdî damezrand û em xebatên xwe bê rawestan didomînin.
Em ti carî rê nadin dagirkeran ku ew zimanê me tine bikin.
Zimanê me hebûna me ye. Kurmancî, Dimilî, Soranî, Hewremanî, Lorî, Kelhorî… Ew her yek ziman in, ango ew bi hev re zimanê Kurdî ava dikin.
Ji bo me ne tenê roja 21 ê Sibatê, lê her roj Roja Zimanê Kurdî ye.
Em bi hev re li zimanê xwe yê neteweyî xwedî derkevin !
Bi hişmendiya ku zimanê me perçeyekî zimanên cîhanê ye, em piştgiriya xwe didin hemû zimanên ku di bin xeteriyê de ne jî.
Em Roja Zimanê Dayikê, Zimanê Neteweyî bikin roja tekoşîna gelên cîhanê li hember mêtingehkariyê.
Bijî piştgiriya gelên bindest û parastina zimanên bindest!
Bijî Zimanê Kurdî!
Rêveberiya Enstîtuya Kurdî/Swîsre