Enstîtiya Kurdîya-Swîsre ji bo perwerdehîya zarokan li dibistanan li Cenevreyê 1ê Adarê dest bi qeydan dike. Zarokên ji 4 salî heya 18 salî malbatên dikarin wan qeyd bikin. Em weke Enstîtuya Kurdî ya Swîsre bangewazî li hemû malbatên Kurd dikin li Katona Cenevre kû zarokên xwe di heyva Adarê de tomar bikin.

Li ser malpera fermî ya Perwerdeya Kantonê Cenevreyê malbat êdî dikarin ji 1ê Adarê heya 31 Adarê 2023 zarokên xwe li vir: Malpera Fermî ya Kantona Cenevre bo Perwerdeyê Tomar bikin. Zimanê me yê Kurdî heybûna meye bila em li hebûn û mafê xwe yê perwerdehiya Zimanê Dayîkê xwedî derkevin û zarokên xwe fêrî Kurdiya şêrîn bikin.

Wekî din jî egerçi  pirsên we hebin hûn dikarin li ser E-Maila me info@ekurdî.ch ji me re binvîsin, herweha hun dikarin bi rêya telefonê jî li me bigerin, li ser malperê numareyên Telefonên mamosteyên me hene. Waneyên me ango Dersên Kurdî dê bi sê zaravayên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Kirdkî-Zazakî) hebin. Dîsa li ser Lînka ku li binîye hûn dikarin jê agahîyên berfireh bigrin û serlêdanên xwe bikin û Zaravayên (Kurmancî, Soranî, Zazakî) kû hun dixwazin hilbijêrin.

Li dawî de bi vê mizgîniya xweş em li we û li tevahî gelê xwe Pîroz dikin.

 

Li ser vê Linkê yan ji Wêneyê hûn dikarin zaniyariyên berfehre bibînin:

LANGUES ET CULTURES D’ORIGINE (LCO)