Enstîtuya Kurdî ya Swîsre bi nûnertiya hevserokatiya xwe Mamoste Fatima Şik û Komeleya Kurdî Rohilat li Cenêv bi nûnertiya Serokê Komeleyê Dr. Baban Alyas peymana hevkariyê ji bo Perwerdeya Kurdî bi hevre mohr kirin.
Her dû saziyên fermî yên Kurdî li Swîsre Peymanê li ser Perwerdekirina Kurdî li Kantona Cenêvê bi hevre mohirkirin. Herweha dê ji bo Kursên bi Kurdî bi zaravayê Kurmancî û Soranî bi hevre hevakriyê bikin û ji bo Zarokên 6 Şeş Salî heta 18 Hijde Salî li dibistanên fermî waneyên fêrbûna zimanê Kurdî bi hevre bidin.