Ev Festîvala Zarokan ya 2023 bi coş û girseyî 2 yê Tirmeha 2023 de hate lidarxistin. Girîngiya vê Festîvalê ew bu ku di nava komîteya amadekariya wê de zidetir zarok hebûn.

Ev Festîval ku yek roj bû lê bi zengî û dagirtîbûna naveroka xwe bi qasî dirêjiya Heftiyan bû. Bi zengîniya bernameyên wê, bi hijmara tevlebûna zarok û malbatan, danîn û vekirina Standan, bi beşdariya hûnermendên navdar û heskiriyên gel û zarok, ev festîval tevî kû ya yekemîn bû jî lê weha weke despêkeke kû dê her dem di bîr û ramanên beşdarvanan de bimîne.

Amadekarîyên Festîvala Zarokan ji meha cotmeha 2022 de hate despêkirin. Xebatên Festîvalê zidetir ser Kursên Zimanê Kurdî û ji hêla mamosteyên (Wînterthur,Schaffhausen û Zurîch) yên Enstîtûya Kurdî Swîsre ve hatin bi rêvebirin.

Berhemên salekî yên Zarokan weke (Wênesazî, Helbest, Pêlîstok u hwd) di festîvalê de hate nişandan.

Program gelek balkeş û dewlemend bu. Demjimênr 10.00 de zarok bi malbatên xwe re hatin cîhe festîvalê. Amadekarîyên xwe kirin, Standên xwe vekirin. Program bi fermî li demjimêr 11 .00 de hate destpêkirin. Herweha pêşbaziyên (helbest, wênesazî , kişik, rev, kişandîna werîs, reva bi torbe û hwd leystikên balkêş hebûn). Wekî din jî weke çalekî (Şano, Koroya Zarokan, helbest xwandin, boyaxkirina rûyan, çandina Şitilan, paylanço, defîleya cilên kurdî, şekir xistin û gera dor kursîyan)  û konser kû hunermend (Serhado, Turan Şengul, Elenora Gelawêj ) tevlê bûn hatin pêşandan.

Di encama pêşbaziyan de, Zarokên kû di rêzên yekemîn de serketin xelatên wan  hatin dayîn.

Merasîma dayîna bawernameyên Kursên Kurdî çebû û ji alîyên mamoste Îrfan û Îsmayîl ve zarokan bawernameyên xwe wergirtin.

Konsera Hozan Serhedo, Turan Şengul û Elenora Gelawêj bi avayekî coş û xweş heta demjimêr heyştê êvarê dewam kir.

Xebeta vê Festîvalê piranî ji keda mamosteyên Kursên Kurdî yên Enstîtûta Kurdî Swîssre û Meclîsa Komela Kurdî ya Wînterthurê hate encamdan. Vê festîvalê pedîvîyek derxiste holê kû hemû Zarok û di serî de Zarokên Kurd xwedî wî mafîne kû çanda xwe bi hemû reng û dewlemendiyên wê ve fêr bibin û herweha bi Zarokên dinyayê bidin nasîn. Ev Festîval ji bo xebatên Çand û Zimanê Kurdî û perwerdeya Zarokên Kurd ji bo pêşeroja me gelek şînber xwîya bû kû pir giring e.