SERSAXÎ

Em bi navê rêveberiya Enstîtûya Kûrdî ya Swisreyê ji ber koça mamoste Fewzî OZMEN gelek xemgîn in. Mamoste Fewzî OZMEN, bi salan dersdariya zimanê kurdî kir, pirtûkên rêzimanî nivîsîn û heta dawiya temenê xwe li ser Zimanê Kurdî kar û xebatek pir hêja kir. Evîn û bedewîya Zimanê Kurdî mîna robarekî ji dilê wî diherikî. Em soz didin ku li wê evîna wî ya bêdawî xwedî derkevin. Em li ber ruh û giyanê wî bejna xwe ditewînin. Bila serê gelê Kurd, heskiriyên wî û malbata wî sax be. Bi hêviya sebir û aramiyê.

 

Hevserokatiya Enstîtûya Kurdî ya Swisreyê