Li Sîwîsre kursa Zimanê Kurdî û ya Sazê ji bo Zarokan hate despêkirin. Li navenda Çanda Rojava li bajarê Zûrîxê bi beşdarbûna zêdeyî 10 zarokan Kursa Zimanê Kurdî ji aliyê mamostyê Enstituya Kurdî Can Mîrzal ve hat dayîn û kursa Sazê bi serperştiya mamosteyê Sazê û danerê bi dehan Helbest û Awazên Kurdî Ednan bavê Hêco ve hate vekirin.

Tevlîbûneke mezin ji aliyê dê û bav û gelek endamên Navenda Çanda Rojava û mamote û Rêvebirên Enstituya Kurdî çêbû.

Enstituya Kurdî ya Swîsre kû eve li çendîn Kantonên Swîsre weke Cenevre, Luzern, Lozan, Şafhausen, St. Galen, Bern û va kursa Sêyemîne ku li bajarê Zûrîxê tê vekirin. Li Zûrîxê kû berê ji zû de li Wîntertûrê hatibû vekiririn û berdewam dike li Şilîrin li komeleya Çanda Kurd kû ew jî berî demekî hatiye vekrin û hîna jî berdewam dike û ev Kursa nû li Kloten li ser bajarê Zûrîxê ve nû hat despêkirin.

Şahbûna xwe û xwesteka beşdarbûna  Zarokan ji aliyê dê û bavan ve bo van her dû Kursan (Kursa Sazê û Ya Ziman) baş diyar dikirin.

Li jêr jî hûn dê çend wêneyan bibînin: