Dîlber HÊMA
ANGO
EKO-HELBEST
Sînemager Andrey Tarkovsky gotiye, «Helbest, felsefeyek e ku di tevahiya jiyana mirovan de bi wan re ye.»
Ev felsefe, bi pergala rîtmîkî ya hestê û ramanê, bi zêdekirina wateyekê li hesta herî kaotîkî a mirov û bi hevgirtina kûrahî û livîna xwezayê xwe dide der.
Di vê wateyê de, naveroka gotara ku ez ê binivîsim wê li ser eko-helbestê bisekine ku ji nirxekî helbesta pastoralî ye.
Helbest hewldana komkirina tîpên lihevhatî ne ku gerdûn, mexlûqên ku tê de dijîn û xwezayê bigihîne hev û paşê hestên kaotîkî yên mirovan lê zêde bike. Bi saya van hestan e ku xwendevan dê bikaribe pênç sehekên xwe bi pêş ve bixe.
Helbesta şivanî (bi zimanê Fransî Pastorale), ew helbest e ku bedewiyên xwezayê vedibêje. Ev berhemên wêjeyî ne ku bi mebesta pêşkêşkirin û hezkirina mirovan ji jiyana gundîtî, şivantî û bedewiyên xwezayî ne. Ji helbesta ekolojîkî re weke binecureyekî helbesta şivanîtiyê, di wêjeyê de wêjeya ekolojîkî tê gotin. Ev cureyê wêjeya ku ji perspektîfa wêjeya ekolojîkî hatiye nivîsandin, ji gelek aliyan ve ji wêjeya xwezayî gelek cudahî û ferqiyên wê hene.
Aliyê herî girîng ê helbesta ekolojîkî ew e ku mirov ji hawîrdora kaotîkî a bajêr direvin û derbasî nava xwezayê dibin. Li şûna danasîna bedewiyên xwezayê, wekî lensekê nêzî wan dibin û wan nîşan didin.
Pirsgirêkên jîngehê yên ku di sedsala 20an de derketine holê, bûne sedema wêrankirina xwezayê û destpêkirina lêkolînên zanistên hawirdorê. Van zanistan hewl dane ku ji van pirsgirêkan re çareyan bibînin. Berçavgirtina vê pêşketinê di eko-estetîka hawirdorparêzî û di berhemên wêjeyî yên bi nêzîkatiyên cihêreng de û ji aliyê dîtir ve di helbestê de hevtayê wê heye. Ev helbestvan û nivîskarên ku di berhemên ku mirovan wekî hêmanên bingehîn ên jiyanê dihesibînin de, nîşandana jîngehê ne.
Bo nimûne, dema em li helbesta şivanîyê dinêrin, ku koka wê ji helbestvanê yewnanî Hesiod (750-650 b.z.) an helbestvanê latînî Virgil (70-19 b.z.) an jî helbesta helbestvanê romantîkî yê îngilîzî William Wordsworth (1770-1850) hene. Em dibînin ku wan di serî de xwe ji civakê vekişandine û berê xwe ji çand, dîrok û siyaseta îdeal dane gundan. Bo nimûne em malikekê ji helbesta William Wordsworth a bi nave Les Jonquilles (Nergis) bidin:
Les Jonquilles Nergis
Serrées comme sont au ciel les étoiles Wek stêrk li ezmên teng in
Qu’on voit scintiller sur la voie lactée, Ya ku em li ser Rêya Şîrî birûskê dibînin,
Elles s’étendaient, sans un intervalle, Xwe dirêj kirin, bê valahî,
Le long du rivage, au creux d’une baie. Li ber peravê, di qulika benderekê de.
J’en vis d’un coup d’œil des milliers, je pense, Min bi awirek bi hezaran ibo dît, ez difikirim,
Agitant la tête, en leur folle danse. Serên xwe dihejînin, di reqsa xwe ya dîn de.
Ji ber ku mijarên jîngehê mijarên helbestê ne û helbest li ser van mijaran e, bi rastî jî qeyrana avhewayê û wêrankirina xwezayê ku di serdema me de jî tê jiyîn û wekî eko-rexne, wêje bi van mijaran ve mijûl dibe. Ne tenê hesasiyet, belkî jî mirov bi helbesta eko-realîst û realîst e û li hemberî guherîn û geşbûna demê radiweste û têma helbestê jî ji van hêmanan pêk tê.
Di eko-helbestê de Dinyaya di nava tevliheviyê de tê nûkirin û rêyek ibo girêdan û adaptasyona bi cîhana resen re tê pêşniyarkirin. Cîhaneke ku li ser berdewamiya têkiliyên dînamîk û dewlemend hatî çêkirin, cîhaneke ku em rojane wê paşguh dikin, eko-poetîka vê hunerê berfireh dike û bi balkişandina lêkolînên ekolojîkî ve têne nivîsandin.
Eko-poetîka wekî dîsîplînekê, peyvek ku ji goslingên yewnanî (xanî) û kevirê logoyê (peyv û aqil, raman) hatiye wergirtin. Ew lêkolîn dike ka mirov çawa li qada jiyanê bi cih bûne, « xanî » çawa hatine pênasekirin û çêkirin ; bê çawa laş û cîhan her tim xwedî projeyeke berxwedanê ya dijberî xwesteka mirovî ya ronîkirina sînorên di navbera mirov û cîh û cîhên din de ye ; û çawa hebûna laşî ya çalakiyên hestî û eko-poetîka ye. Di vê çarçoveyê de helbestvanê Kurd ê klasîkÎ Feqiyê Teyran beriya 400 salan, dema ku ev bizava helbestî jî tunebû, di wan salan de ev helbest nivîsiye û bi vegotina xwe hestên xwe di şeklê eko-helbesteke de temam kiriye : Hestên nav avê û axaftin û axaftina bi çûkan re û wek ku ji navê xwe jî tê fêmkirin. Helbestvan Feqiyê Teyran ku navê wî tê maneya « şagirtê çûkan », ev wek navdêr bi kar aniye. Feqiyê di helbesta Ey Av û Av wiha gotiye :
Ey Av û Av
Ey av û av, ey av û av
Ma tu bi `işq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê ra`hetê
Bê ra`het û bê sekne yî
Yan `aşiqê baxwe xwe yî
Yan şubhetê qelbê me yî
Ji işqa kê natebitê
Ji işqa kê her têy û têy
Heta kengî her bêy û bêy
Bo min bi bêje `heyranê kê y
Da ez bizanim qisetê
Da ez bizanim vê surrê
Ji hindekê heta purrê
Ji me`neya vê gurrgurrê
Ji kê ra dikî vê ta`etê
Çile 2025, Swîsre.