Hevpeyvîn: Necat Ayaz
Helbestvan Ennius gotiye, “Temenê we hezar salan derbas bike jî, hûn ê di cihekî teng de asê bibin û qisûrên we wê hemû umrê we daqurtîne.” Ez weke mirov bi vê hişyariyê hewl didim bijîm û di dinyalîka gewrik de çend berheman di pirtûkxaneya netewa kurd de bi cih bikim.
Roman, çîrok, helbest, lêkolîn, pirtûkên zarokan, lîstikên şanoyê… lîsteya cureyên berhemên Yaqob Tilermenî wiha dirêj dibe. Tilermenî di jîyana xwe ya nivîskarîyê de tevlî yên ne çapgirî, heta niha li derdora sî pirtûk li pirtûkxaneya kurdî zêde kirine. Ev jî wî kirîye yek ji nivîskarên herî berhemdar ên kurd. Tilermenî li penaberîya xwe ya li Swîsreyê ligel hilberîna xwe ya edebî, di xebatên birêxistinkirina qada ziman a bi qada polîtîk re têkildar de jî aktif cî girtîye. Loma bi vê hevpeyvînê, me jê xwest ligel dîtinên xwe yên li ser edebîyata kurd, tecrûbe û fikrên xwe yên derbarê aktîvîzma çandî-zimanî û polîtîk de ji me re bi berfirehî vebêje.
Tu demeke dirêj e bi kurdî dinivîsî û herî zêde jî tu bi romanên xwe tê naskirin. Digel pêşketina roman û cureyên din ên wêjeyî, gelek kes di wê bawerîyê de ne helbest cûreya sereke ya edebiyata kurdî ye. Tu tevlî vê nêrînê dibî? Ku wiha be çima romana kurdî nagihîje asta helbesta kurdî?
Yaqob Tilermenî: Malikek ji helbesta min a bi navê Pel heye: “Ger hûn netew bin / Xwedî war û al bin / Xwedan welat û / Tac û paytext bin” Weke feylesof û zanayên Cîhanê jî diyar kirine, ji bo netewbûnê hin hêmanên bingehîn hene ku wê netewbûnê teqez dikin. Di nava van hêmanan de jî yek jê ziman e. Asta zimanê kurdî, asta netewbûna Kurdistanî nîşan dide. Ji ber ku mijara me wêjeya kurdî ye, hingê asta zimên, asta wêjeyê jî diyar dike. Dema ku em van nirxên giring nehesibînin, em ê nikaribin her pirsê bi hêsanî bibersivînin.
Di straneke kurdî de tê gotin, “Min digot qey tu bi ziman î / Lê bi kurmancî nizanî” Li gor van rêzikên wêjeyî, dema ku kurd bi awayekî bingehîn û bi rêkûpêkî bi kurdî nizanibin, hingê asta wêjeya kurdî -çi roman û kurteçîrok, çi helbest be- wê bi awayekî zanistî neyên nirxandin. Li gora van tesbîtan ger ez bersiva pirsê bidim, dikarim bibêjim ku helbest, kurteçîrok û romanên bi kurdî
hatine/têne nivîsandin (bi hemû zaravayan) di asta wêjeya cîhanê de ne. Ji ber ku di hemû çeşnên wêjeyê de berhemên xwedî asta bilind hene. Lê ji ber kêmbûna dam û dezgehên wêjeyî û hunerî (weke kovar, kanalên TVyan ên hunerî, kevneşopîya rexnegirîyê û hwd) ev serkeftîyên wêjeya kurdî nayêne xwendin/dîtin. Jixwe em li sedeman jî bigerin, em ê yekser meseleya dagirkerîyê û têkoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê bigihînin hawara xwe.
Piştî pênc salên din ku bandora dagirkerîya li Kurdistanê kêm bibe, di wêjeya cîhanê de romanên serkeftî yên bi zimanê kurdî wê deng bi xwe xin û pê re qîmetê zimanê kurdî jî derxin pêş. Ez vê pêşbînîya xwe li gora konjoktura dinê raber dikim. Çinku vê şapatê berê cihêtnameyê ber bi kurdan ve zîvirîye û wê bigihîje encameke mezin.
Piştî pênc salên din ku bandora dagirkerîya li Kurdistanê kêm bibe, di wêjeya cîhanê de romanên serkeftî yên bi zimanê kurdî wê deng bi xwe xin û pê re qîmetê zimanê kurdî jî derxin pêş. Ez vê pêşbînîya xwe li gora konjoktura dinê raber dikim.
Mijareke din a ez dixwazim bi te re gotûbêj bikim miqayesekirina edebîyata klasîk û edebiyata nûjen e. Mirov dikare bêje edebiyata klasîk di dema xwe de di asta edebiyata cîhanê de bû. Bi ya te çima edebîyata nûjen nikare bigihîje vê serfirazîya edebî ya kurmancî ku çend sed sal berê pêk hatibû?
Yek ji peşêngên têkoşîna kurd, Kemal Pîr ê ku zimanê wî yê sereke, zimanê Turkî bû, li dadgeha herî tund a komara rûpûş-demokrasî de, cihêtnameya têkoşîna xwe weke pêşengekî navnetewî bi hevokekê li rûyê dagirkeran qîrîyabû : “Dadgerê dadgeha Turkî: Qesta te ji Kurdistanê kûder e? Kemal Pîr: Qada belavbûna zimanê Kurdî, sînorê Kurdistanê yê teqez e.” Em ji van gotinên dîrokî para xwe wergirin û bibêjin, her roj ji ber şert û şirûtên kurdan hem ên navxweyî û hem yên dijberî qelsbûnek derdikeve. Yanî xwîndarîyeke berdewam a zimanê kurdî heye. Çinku hevrêyên Kemal Pîr ew gotinên wî yên dîrokî tam bi gewde nekirine. Ger qada zimanê kurdî têkîldarî belavbûnê be, hingê em ê bibêjin li çarnikarê cîhanê wêjeya nûjen tê afirandin. Lê berhemên afirandî ne weke berbelavbûyî, weke belawela cihên xwe di nava pirtûkxaneya cîhanê de digirin. Ev jî dibe sedem ku nivîskar û berhemên wan ji hev dûr bin. Derfetên jiyandina bazara pirtûkan bi qasî tilîyên du destan kêm e. Û ev bazar di destên çend şexsan de ne. Yanî sazîbûneke xurt û mayînde çênebûye. Ji ber wê jî nivîskar nikarin bi awayekî serbixwe xwe li hemberî vê bazarê biparêze û bigihîje hemû xwînerên kurdî. Çawa ku di qada navnetewî de pasaporteke netewî ya kurdan tuneye û li ser pasaportên netewên din tene qebûlkirin, wêjeya kurdî jî bêstatu ye. Belkî yek bi yek pirtûkên hin nivîskaran li zimanên dîtir ên cîhanê têne wergerandin û li qîmetên xwe rast tên, lê bi giştî di vî warî de geşedanek tuneye. Her wiha bi awayekî derûnî nepejirandina zimanê kurdî ji teref gelek tevgerên kurd, bûye sedem ku wêjeya nûjen nekeve rojeva kurdan bixwe.
Di azmûna netewên cîhanê de her dem wêjeya klasîkî ji bo wêjeya nûjen bûye bingeh û ew bi pêş ve biriye. Di wêjeya kurdî de qutbûneke mezin di nava pêlan de çêbûye. Wêjeya klasîkî xwe li medreseyan araste kiriye û piştî qedexebûna wan medreseyan, neketine rojeva hemû kurdan, li ser destên hin mele û şêxên welatperwer gihîştine roja me. Bi vî awayî ji wêjeya dû xwe re asasek dananîye. Wêjeya nûjen a ku li her parçeyekî bi şertên giran re rûbirûmayî, di bin bandora zimanên serdestan de, ne weke wêjeyeke netewî, lê weke wêjeyeke parçeyê wî welatî derketine pêş. Ev jî nebûye bûnewerîyeke serbixwe ya hemû parçeyan. Dîsa jî bi hewldan û cehdên takekesan bêyî zimanê wê yê perwerdeyê be wêjeya nûjen xwe gihandiye heta roja me. Ev jî ji bo zimanekî mûcîzeyek û serkeftineke bêhempa ye.
Di salên dawî de bi saya xebata weşanxaneyên kurd gelek berhemên ji edebîyata cîhanê li kurdî hatin wergerandin. Lêbelê li alîyekî din, gelek kêm berhemên kurdî li zimanên cîhanê têne wergerandin. Sebeba vê bi giranî lawazîya edebîyata kurdî ye an di vê meseleyê de sebebên polîtîk hene?
Wêje mîrateyek e ku nifşan digihîne hev û li ser zêdebûnekê çedike. Pêşketina wêjeya zimanekî bi rêya wergerandina berhemên ji zimanên dîtir pêk tê û bi pêş dikeve. Kurdên weşanger li gora derfetên xwe yên dijwar pirtûkên zimanên din ên ku telîfa wan tune bi hin kesan didin wergerandin û bi vî awayî diweşînin. Yanî werger ne li gora rêbazên wêjeya cîhanê têne kirin, li ser daxwaza kesekê/î ku wê/î bixwe berhemek wergerandiye yan bi daxwaza weşanxaneyê ji kesan tê bipêşxistin. Mirov nikare behsa peymanekê, edîtoryalekê an destûreke navnetewî bike. Dema mirov li pirtûkên wergerandî dinêre, li gora berhemên hêja yên cîhanê ne ji hezarî yek e jî. Mînak; pirtûka Notre Dame de Paris a Victor Hugo hê jî di kurdî de tuneye. Bi heman awayî pirtûkên kurdî yên li zimanên dîtir têne wergerandin jî, bi hewldana nivîskaran bixwe pêk tê. Mînak; li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ku salê carekê li Almanyayê pêk tê, dezgeheke wêjeya kurdî tuneye ku bi weşanxaneyên cîhanê re danûstandinekê bike. Dema nivîskarê kurdî ji bo wergerandina pirtûka xwe hewl dide, gelek zorê dibîne ku xwe weke wêjeya netewa kurd bide qebûlkirin. Ev mesele yekser bi statuya kurdan ve girêdayî ye û bi vê sedemê bi pêş ve nakeve. Lê mirov bi awayekî çeloxwarî pirsê bike û bibêje, bi dehan salan e li Başûrê Kurdistanê statuyek heye û zimanê perwerdeyê ji dibistana seretayî hetanî zanîngehê heye, û çima ev hêla wêjeyê bi pêş ve nakeve, êdî mirov wê şûjinê di xwe rake û bibêje, mixabin ev feraset li cem me peyda nebûye ku em weke wezareta çandî bi rêbazên zanistî pirtûkên wergerî têxin pirtûkxaneyên mirovên xwe.
Yek ji peşêngên têkoşîna kurd, Kemal Pîr ê ku zimanê wî yê sereke, zimanê tirkî bû, li dadgeha herî tund a komara rûpûş-demokrasî de, cihêtnameya têkoşîna xwe weke pêşengekî navnetewî bi hevokekê li rûyê dagirkeran qîrîyabû : “Dadgerê dadgeha Turkî: Qesta te ji Kurdistanê kûder e? Kemal Pîr: Qada belavbûna zimanê Kurdî, sînorê Kurdistanê yê teqez e.”
Di demên dawî de berhemên te yên li ser zarokan bala min kişand. Me di Infowelat de nûçeya Moustique Voyageur I ku yek parçeyeke rêzepirtûkên bi serenavê Kermêşa Gerok e, weşand. Te ev pirtûk tevlî Petit Princeê bi fransî nivîsandî ye. Çima vê eleqeya zêde ya ji bo edebîyata zarokan?
A rast plansazîya min a ji bo zarokan ne îro lê helwesteke min a salên 2010an e. Wê çaxê çar şanonameyên min ên zarokan hebûn û dosyeya min a romana ciwan/zarokan a bi navê Kermêşa Gerok hebû. Min dixwest li ser van herdu xalan nivîsandinê bidomînim. Çinku zarok bi rêya dramayê (şano) û roman/kurteçîrokan dikarin werin perwerdekirin û pêşxistin. Ji ber wê di sala 2013an de weşanxaneya Zîbeq li Qoserê şanonameya min a bi navê Kulîlkên Apê Mûsa û romana zarokan a bi navê Kermêşa Gerok weşandin. Ez bawer im hejmareke baş gihîşt zarok û ciwanan.
Min 22 salan mamostetî kir û tecrûbeyên min ên jiyanê nîşanî min da bê zarok dikarin bi çi awayî serkeftî bin. Berîya bi 25 salan xwendekarên min ên li Qoserê, niha li ser tora civakî ji min re bi kurdî dinivîsin. Min wê çaxê pirtûkên kurdî diyarî wan zarokan dikir.
Bi hatina xwe ya Swîsreyê min berdewama Kermêşa Gerok weke pênc pirtûkên din nivîsandin û di heman demê de min ew bixwe wergerandin zimanê Fransî jî. Ew rêzepirtûkên pedagojîk in. Hem ji bo dê û bavan hem jî ji bo zarok û ciwanan pirtûkên wêjeyî û rênîşandêr in. Pirtûka yekem di çileya 2024an de li Parîsê bi fransî jî hate çapkirin. Weke tê zanîn Dêtî û Bavtî li dibistanan nayê hînkirin û bi awayê pratîkî mêr dibin bav û jin jî dibin dayik. Di zimanên netewên din de bêhejmar pirtûkên fêrkirin, perwerdekirin, gihandin û mezinkirina zarokan hene, lê di zimanê kurdî de mirov dikare bi awayekî xemgînî bibêje ku mixabin ev pirtûk tunene. Min xwest bi rêya wêjeyê pedagojîya zarokan têxim nava malbatên kurdan. Digel ku niha pênc pirtûk ji bo çapkirinê amade ne, heta niha di warê nivîskarî de min cihek nedîtiye ku wan weke rêzepirtûk bidim çapkirin. Jixwe şanoyên min ên zarokan jî hê li cem min e. Û niha jî hewldanên min ên fêrkirina kurdî ji bo zarokan berdewam dikin. Min sala borî xwendekar bi rêya şano û koroyê sê caran derxist hemberî girseyan. Ez bawer im ku ew zarok wê di dahatûyê de xwedî çîrokeke kurdî bin ku ew pê jiyane.
Pirtûka Petit Prince a bi zimanê fransî ji teref gelek kesan ve li zimanê kurdî hatiye wergerandin û zehfên wan ne ji zimanê resen, lê ji zimanê turkî hatine wergerandin. Di pirtûka resen de serokê Turkiyeyê weke dîktator tê pênasekirin û ev destnîşankirin di wergera tirkî de tuneye. Îcar wergerên ji ber zimanê turkî jî di ya kurdî de bi heman awayî ne. Min xwest zanîna xwe ya fransî di vî warî de bi kar bînim û min pirtûk ji fransî wergerand kurdî. Ger derfet çêbibe ez dixwazim ev werger li Rojavayê Kurdistanê were weşandin. Çinku ev pirtûk ne tenê ji bo zarokan, ji bo mezinan jî pirtûkeke feylesofî ye û divê mirovên kurd wê bixwînin.
Tevî hin hewldanên bisînorkirî, asîmîlasyon hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Ewrûpayê êdî hema bêje serkeftina xwe radigihîne. Tirkî zimanê normal ê qada polîtîk e û medyaya polîtîk jî bi giranî bi tirkî ye. Bi ya te, vê qonaxa tunebûna ziman dikare bê berevajîkirin?
Li ser mijara asîmîlasyon û bandora zimanê t,rkî min gelek nivîs nivîsandin, beşdarî bernameyên televizyonan bûm. Lê heta niha jî nizanim bê ew nivîs û gotinên min bi çi radeyê gihîştin cihên xwe. Ji ber ku di pratîkê de heman kêşe berdewam in û ji ber tevgera dagirkeran roj bi roj dijwartir dibe.
Di şeş salên dawî yên jiyana xwe de min şahidîyeke pratîkî kir bê çawa zarokên kurd li Ewropayê ber bi windabûnê ve diçin. Ligel hewldana me hin xemxwirên kurdî ku me li Swîsreyê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ava kir û me dest bi xebatên fêrkirina kurdî kir, hîna zelaltir min dît ku ji ber bandora xebatên sazîyên polîtîkî bê çawa malbatên kurd ziman û çanda xwe weke pêdivîyeke sereke nabînin. Çinku sazîyên polîtîk rojane difikirin û tevdigerin, plansazîyên wan ên ji bo dahatûyê tim taloqkirî ne.
Ev tam sih û pênc sal in ku ez bi awayekî pratîkî di nava civaka kurd de xebatên xwe yên zimanî û wêjeyî berdewam dikim. Ne tene weke nivîskarekî her wiha weke çalakgerekî û weke rewşenbîrekî jî ji bo pêşxistina civaka kurd li gora hêza xwe têkoşînekê didim. Min beriya bi pazdeh salan di hevpeyvînekê de gotibû ku ez ê weke şervanekî pênûsê li dijî dagirkerên Kurdistanê tevbigerim û tevgeriyam jî. Min berdêlên wê dan û hê jî didim. Dema ku ez bi van nasnameyên xwe di nava tevgera kurd de cih digrim, dixwazim van azmûnên xwe bi civaka xwe re parve bikim, lê hin kes li ser navên civakê nahêlin em cihêrengiyên xwe tev li wan bikin. Navan bi dû mirovan dixin, astengîyan çêdikin, rê li ber xebatan digrin û vana jî li ser navê tevgerekê dikin. Ji hêla din ve nivîskar û hunermendên tev li xebatan nabin, bi etîketên din bi nav dikin. Digel hemû neyînîyan min dev ji têkoşîna xwe bernedaye û ez ê berdewam bikim. Çinku li Ewropayê şêweyekî din ê asîmîlasyonê heye ku zarokan ji ruhê wan ê netewî bi dûr dixe. Malbatan ji ruhê wan ê civakî bi dûr dixe û hemû gele kurd ji ruhê wan ê netewî bi dûr dixe. Li hemberî talûkeyeke wiha, tekane rêya xelasîyê fêrkirina zimanê kurdî ye. Di vî warî de derfet hene û ew jî dikare bi rêya sazî û dezgehên tevgerî pêk werin. Ango bi destên zanayan dikare were parvekirin. Mirovên zana yên parveker bi hewldanên xwe yên fêrkirinê dikarin temenên xwe dirêj bikin. Sînorên zanayan bi berfirehkirina sînorên mirovên dîtir berbelav dibe.
Çawa ku di qada navnetewî de pasaporteke netewî ya kurdan tuneye û li ser pasaportên netewên din tene qebûlkirin, wêjeya kurdî jî bêstatu ye. Belkî yek bi yek pirtûkên hin nivîskaran li zimanên dîtir ên cîhanê têne wergerandin û li qîmetên xwe rast tên, lê bi giştî di vî warî de geşedanek tuneye.
Tam di vê qonaxa serkeftina asîmîlasyonê de, edebîyata bi kurdî ku wekî zemîna dawî ya berxwedanê ya li dijî kolonyalîzma zimanî xuya dike, dikare roleke diyarker bilîze? Û hêvîya te heye tevgereke wekî tevgera parastina ziman CAB a bi tîpên destpêkê yên Celadet Alî Bedirxan ku te di pirtûka xwe ya Hêlangeyê de qala wê kirîye, bê damezrandin?
Dunya ne heyîneke statik e. Pergala dunyayê ya guherbar, teknolojîya ku tim bi pêş dikeve, guherîn û veguherîna di jiyana civakê de pêk tê, pêwendîyên navcivakî û navnetewî yên siyasî hene. Di nava seqayeke wiha guherbar de bi her hal, rewşên kevn dembihurî dibin û cihên xwe ji yên nû re dihêlin. Ji ber ku mirov nikare bi tasên berê avên bîrên kevn vexwe, êdî av di şûşeyan de têne firotin. Dema mirov tî dibe, mecbur dimîne şûşeyekê bistîne. Ev rewşa guherbar ji bo têkoşîna kurd jî derbas dibe.
Li Kurdistanê ji çil salî û vir ve têkoşîneke bêhempa û dijdagirkerî berdewam dike. Di serî de şoreşgerên kurd tesbîta “Kurdistan dagirkirî ye!” raber kirin û derketin vê rêya dûrûdirêj. Dema te ev tesbît kir, hingê hemû hewldanên te li gora dijayetîya dagirkeran tê birêvebirin. Dagirkeran kuder û çi dagir kiribin, divê ew ji nû ve werin pênasekirin. Ger ziman hatibe qedexekirin, divê ziman were pêşxistin. Ger ji cih û warên te re gotibin, “Dogu û Guneydogu”, tê jî yekser bibêjî Kurdistan. Tê nehêlî zimanê dagirkeran di nava endamên te de were bikaranîn. Tê hevrêyên xwe yên esilturk fêrî çand û zimanê xwe bikî. Tê ji bîrdoza çepgiriya sedsala bîstan a Sovyetîk bi dûr bisekinî. Ji ber ku armanca te ji bo dahatûyê ye, tê zarokên xwe yên dahatûyê ji hemû qirêjîyên pergala dagirkeran biparêzî. Ev jî bi şopandina têkoşîna bav û kalan pêk tê. Çawa ku Celadet Bedirxan û hevrêyên xwe rêyên nû û yên mayînde li ber kurdan xistine, tê jî bidî ser şopên wan. Wan di şert û mercên herî dijwar de berhemên wêjeyî û dijdagirkerî nivîsandine, tê jî wan hewldanan ji xwe re bike cihêtname. Çinku alfabe û gramera ku wî amade kir hê jî bêalternatîf e û ya herî standart e. Celadet Alî Bedirxan gotiye, “Ji bona ku mirov bikare xwe ji netewekê bihesibîne, divê bi kêrî wê netewê were.” Bi vî awayi wêjeya te wê di xizmeta bidestxistina azadîya netewa te be û tê guh nedî pênasekirinên kolonyalîstên Rojavayî û tê ferhengeke nû ji bo afirandinên xwe bi pêş ve bibî. Her wiha berhemên te wê karibe delîveyên nû ji bo wêjeya cîhanê derxe holê û weke vebijarkekê derkeve pêş. Divê haya kurdên te yên xwende ji wêjeya kolonyal û postkolonyal hebe û jixwe heye.
Robinson Cruosê lehengê Daniel Defoe (1659-1731), dikare weke berhema pêşîn a kolonyala modern were hesibandin. Ew geryanên ji bo bidestxistina kolonîyên nû li alîyên dîtir ên deryayan bi bîra mirov dixe û her wiha serhatiyên Robinson kolonyal, ji teref kê jî were nivîsandin, ew zimanekî kolonyal û bûnewerîyeke kolonyal bi rêya wêjeyê vedibêje. Di heman deme de ew wêjeya kesên dagirkirî ye, êş û hêvîyên wan e jî. Li vê derê rewşa herî giring, helwesta wêjeya kolonyal a li dijî kolonyalîzmê ye. Li Tirkiye romanên têne nivîsadin bi rêjeyeke bilind kolonyal in, ji ber ku mijarên wan, lehengên wan ên kurd bi berçavkeke kolonyal têne pênasekirin.
Ez, her pirtûka ku dinivîsim, hem ji hêla ramanî, hem ji hêla estetîkî û hem jî ji hêla netewî lê dixebitim. Rê û rêbazên nivîsînê, şêwaz û mijarên naverokî, vegotin û çîroka nava pirtûkê giş li gora vê hizrê têne plankirin. Ger mirov wê dijkolonyal be, di serî de gerek hay ji dîroka xwe ya rasteqîn û dîroka hewldanên dagirkeran hebe. Ji ber wê min tim pişta xwe daye daxwazên wergerandina bi Turkî û min xwestiye destpêkê pirtûkên min bigihîjîn ber destên xwînerên kurdî. Lê ji ber meseleya bindestîyê, ji ber şert û şirûtên pergalê û nepopulerbûnê, pirtûkên min gelek caran neketine rojeva kurdan. Di serdema îro de pirtûkên ku destpêkê nekevin rojeva xwîneran, ji ber çavan winda dibin û xwîner careke din nema li wan vedigerin. Belkî bi sedem vê hevpeyvînê em dîsa di rojeva kurdîhezan xin.
Di romana Hêlangehê de tevgereke ciwanan a bi navê CAB heye. Ew ciwan xwende ne, ji zanîngehan hatine qewirandin û li Cizîra Botanê vegerîyane. Ji bo kurdî sazîyan ava dikin, di nava civakê de xebatan bi pêş ve dibin. Ew mirovên dijkolonyal in… Piştî ku pirtûka min hate weşandin bûyerên li hin bajarên Kurdistanê dest pê kirin ku yek jê jî bajarê Cizîrê bû. Ew xortên zanîngehxwendî ku diviyabû ji bo zimanê kurdî li jiyanê bimana, di bodrûman de bi awayekî zindî hatin şewitandin. Digel vê karesata bi destê mirovan pêkhatî, ez hê jî bi hêvî me ku rojekê keç û xortên ciwan bi hişmendîya Celadet Alî Bedirxan bi navê CAB di tevgerê kevin û zimanê kurdî yê di xetereya helandinê de zindî bikin. Deh salên dawî li Bakurê Kurdistanê ji hêzên leşkerî bêtir hêzên siyasî hene. Hemû têkoşîn bi van hêzan bi rê ve diçe. Yê van hêzan bi rê ve dibe, civaka Kurd e. Yanî civaka Kurd, hêzeke organik e û hey xwe nû dike. Ji ber wê pêdivî bi hêzên leşkerî nemaye. Dema li hêleke Kurdistanê geşedanek bi pêş dikeve, bi hêsanî ew auraya wê hêlê dikare derbasî hêleke dîtir bibe. Civaka Kurd êdî fêrî rê û rêbazên berxwedanê bûne. Her ku rêyek dixetime, rêyeke dîtir ji xwe re vedikin. Li vir bi tenê kêmasîyek heye ku sazîyên ji bo pêşxistinê têne vekirin, rolên xwe bi awayekî serkeftî li hev dabeş nakin. Hemû sazî weke hevdu tevdigerin û ev jî kêşeyan çêdike. Lê rojek wê were di hemû alîyan de pêşketin çêbibe.
Ligel hewldana me hin xemxwirên kurdî ku me li Swîsreyê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ava kir û me dest bi xebatên fêrkirina kurdî kir, hîna zelaltir min dît ku ji ber bandora xebatên sazîyên polîtîkî bê çawa malbatên kurd ziman û çanda xwe weke pêdivîyeke sereke nabînin.
Bi dehan salan e meseleya meşandina xebatên zimanî bi dîkotomîya sivîl/polîtîk tê nîqaşkirin. Hin kes bawerîya xwe bi xebatên otonom tînin û yên dijberî wan jî xebata di nava strûktûrên polîtîk de diparêzin. Dema tu van du dîtinên cuda li ber çavan bigirî, çawa tu yê bikaribî tecrûbeya xwe ya xebatên kurdî yên li Swîsreyê binirxînî? Hûn çiqas serfiraz in û çima?
Ji bo neteweke weke kurdan divê mirov rêyên nûtir biceribîne. Li Ewropayê bi milyonan kurd ji hêmanên xwe yên civakî bi dûr ketine. Dema tu weke otonom tevbigerî û di nivîsandina kurdî de israr bikî, tê çawa xwe bigihînî wan? Dema tu bi tenê di nava struktura polîtîk de bî, tê çawa karibî berhemên estetîkî û hunerî biafirînî? Ligel herdu rêyan divê tu bi zanebûna xwe ya hunerî/wêjeyî hevsengîyeke nû derxî pêş û pê re jî lingekî te di nava çanda Ewropîyan de be.
Jean-Paul Sartre gotiye, “Ewropa peyva mirov tim li ser zimanê xwe hiştiye; lê ji alîyekî ve jî li her cihî, li serê her koşeyek kuçeyên xwe, li her derên Dunyayê mirov kuştine.” Belkî ev bi awayekî nerasterê hatibe gotin lê bi rêya hişmendî û wêjeyî di pratîkê de be. Wêjeya postkolonyalî ji teref nivîskarên ku welatên wan dagirkirî hatiye nivîsandin an jî ji teref kesên din li ser mirovên dagirkirî hatine nivîsandin. Beşeke mezin a vê wêjeyê li Afrîka, Asya, Amerîkaya Latîn û Karayîban piştî bidesxistina azadîya xwe ya ji destên Ewropîyan di salên 1950 û 1960an de hatiye nivîsandin. Ger em weke civaka dagirkirî li rêyekê digerin, divê di serî de em ji van azmûnan sûdê wergirin û berhemên van welatan wergerînin zimanê kurdî. Dibe ku pirzimanîya kurdan weke awantajekê rê dide ku ji zimanên dîtir van berheman bixwînin, lê wergerandina wan a bi zimanê kurdî ji bo dahatûyê bibe mîrateke hêja ya li ber destan.
Ez hinekî serê xwe datînim ser balgîfeke wiha ku karibim xewnên di vê tayê de bibînim. Digel ku ez di warê polîtîkî de her tim li cem gele kurd im, karên xwe yên nivîsê taloq nakim. Ji hatina xwe û vir ve min nivîs ji bo rojname û kovarên kurdî nivîsandine, ez beşdarî ahengên festîvalan bûme, derketime bernameyên televizyonan, tev li projeyên şanoyî yên fransî bû me, min werger kirine û min pirtûkên xwe nivîsandine. Helbet meşa herî zor, weke nivîskar-hunermendekî/ê, meşa li nik gelê xwe ye. Gelek caran ew ji dawîyê ve ling davêjin ber te û nahêlin tu di pêşîya wan de bimeşî. Ger haya te ji dagirkerîyê û bandor û kirinên wan hebe, tê jî karibe weke pêxemberekî bi sebir tevbigerî. Ger tu dixwazî orkestrayekê bi rê ve bibî, divê pişta te li gel be û tu li ser dikê be. Nexwe ti rêyeke dîtir tuneye. Tu yê wêjeyeke postkolonyal binivîsî. Di warê tevgerî de jî, dema mirov li ser pêşxistina zimanî tê cem hev, weke xerceke netewî dikare ji bo gelê xwe xebatên serkeftî bike. Xebatên me yên kollektîfî yên li Swîsreyê nîşan daye ku em di rêyeke rast de ne û bi gavên biçûk be jî, em serkeftinan bi dest dixin.
Li gora civaknasîyê carna çirûskeke biçûk, agirekî gûr derdixe. Mînak; me li dibistanê waneya kurdî vekiriye û li bajarokê ku heştê-nod zarokên kurd lê hene, bi tenê çar zarok têne fêrbûnê. Lê li heman bajarî kurdên Mereşî ku ji sih salî zêdetir e li vî bajarî dijîn, bi çardeh kesan têne derseke din a kurdî ku ez mamostetîya wan dikim. Xala giring; ew kurdên Mereşî li hev rûniştine, şêwirîne û gotine ev ji sih salî zêdetir em li vir dijîn, xwedî mal û kar û zarok in lê tiştekî ku weke kurd me destnîşan bike tuneye û li ser vê armancê pêdivî bi hînbûna zimanê kurdî dîtine. Bi kurt û kurmancî, ger şertên kurdan hinekî normalize bibe, ew ê di nava çend salan de karibin hemû heyînên xwe bi paş ve vegerînin. Ger tevgera kurd a xwedî bi sedan sazî bangekê bike û serkêşîyê bike, di demeke pirr kurt de bi hezaran kurd wê zarokên xwe bişînin fêrbûna zimanê kurdî.
Tê hevrêyên xwe yên esilturk fêrî çand û zimanê xwe bikî. Tê ji bîrdoza çepgiriya sedsala bîstan a Sovyetîk bi dûr bisekinî. Ji ber ku armanca te ji bo dahatûyê ye, tê zarokên xwe yên dahatûyê ji hemû qirêjîyên pergala dagirkeran biparêzî.
Di sosyopolîtîka kurdan a aktuel de –belkî geşedana sereke ya 40 sal in dawîyê be- ji alîyekî ve tiştek tê çêkirin lê jî alîyekî ve jî tê xerakirin. Ji ber vê dînamîka ku encama xwe-rûxandinê bi xwe re tîne, di tu qadên xebatê de hişeke mayinde û neteweyî serdest nabe. Tu di vê mijarê de wekî nivîskarekî kurd çi difikirî?
Pirsên li ser rojanebûnê, ancax bi bersivên rojane dikarin bi encam bibin. Nexwe di dahatûyê de dibe ku encamên dîtir jê derkevin. Hema yekser em li ser têkoşîna Rojava biaxivin, belkî hinekî din şênber bibe. Çawa ku beriya bi deh salan rizgarîya Kobanî, bû avakirina Rojavayê Kurdistanê, îro jî berxwedana li Bendava Tişrînê -ger bi ser bikeve-, ew ê azadîya Rojava jî misoger bibe. Ev serdem demeke dîrokî ye ku serobinbûn di jiyana netewan de çêdibe. Ger tu weke nivîskarekî karibî li kêleka vê têkoşînê cihê xwe bigrî û piçekî piştevanîyê li wan bikî, belkî tu di dîroka xwe ya nivîskarîyê de xaleke serkeftinê bi dest bixî. Ji ber wê jî divê hemû sehekên te ji bo wê derê di tevgerê de bin û halanên serkeftina jin û mêr û pîr û kalên kurd arasteyî hemû kurdan bike. Ji ber wê ez serkeftina gele kurd a li Bendava Tişrînê weke kilîda azadîya Kurdistana Mezin dihesibînim. Ez helwesta jinên kurd çi ciwan çi navsere yên amazonî bi kelecan dişopînim. Dilê Kurdistanê li Rojava lêdide. Ew dil lêdana xwe li wir berdewam bike, hemû kêşeyên Kurdistanê wê bigihîjin çareserîyê.
Li vê derê dixwazim xwezîyek xwe bînim zimên. Ji azmûnên jiyana Ewropayê fêrî tiştekî nûtir bûm. Dema mirov di mirêka Lacan re li heyînan binere, rastîyeke sergirtî derdikeve holê. Di pêncî salên borî de bi milyonan kurd ji Kurdistanê nefî bûne û li welatên Rojavayê bi cih bûne. Mirovên şoreşger û bîrbîr mirovên xwende, yên xwe bi pêş xistine, bûne xwedî pîşeyên bilind, lê ev erênîyên wan bûne sebeb ku weke rojavayîyan tevbigerin, bi awirên oryantalîstî li her tiştên Kurdistanê binerin, daxwazên modernbûnê dikin lê xewn û xeyalên jiyana beriya pêncî salan dibînin. Mirov ji van kesan hêvî dikir ku digel hemû kêmasî û neyînîyan li cem kurdên xwe cih bigirtana, têkoşîna wan bi zanînên xwe tacîdar bikirana, hevalbendên xwe yên Ewropî di vî warî de hişyar bikirana û helwesteke rewşenbîrî belkî helwesteke entellektuelî nîşan bidana. Bi qasî dişopînim û dixwînim, ev hêjayên kurd di her peyameke xwe de hewl didin têkoşîna heyî reş û rexne bikin. Her ku ew vî tiştî dikin, ew alîgirên têkoşînê hîna bêtir ji xwe bi dûr dixin û dibin dijberên hevdu. Beriya bi du hezar salan Seneca gotiye, “Ger mirov carekê ji rê derkeve, mirov çiqasî bixwaze lê vegere jî, ewqasî ji wê rêyê bi dûr dikeve. Çinku bi aliyê dîtir ve diçe, lezbûna çûna wî dibe sebeb ku mesafeya di navberê de zêde bibe.” Di vê qadê de mixabin, mirov dikare bibêje ku pişta me şikestî ye. Dema em behsa çêkirin û xerabkirinê bikin, divê em wan kesan ji bîr nekin. Li vir armanca min ne xerabnîşandana hin kesan e; ez heyfa xwe tînim ku di nava tevgereke pêncî sale û zanayên kurd de hezazeke kûr û dûr çêbûye. Rexmî ku îro bi hezaran mirovên enternasyonalîst hêzê didin têkoşîna kurd, ev kurdên me yên zana enerjiya xwe li ser reşkirinê xerş dikin û bi xwe re kesên dijber derdixin. Sokrates gotiye, “Buxtanlêkirina xûypakîyan û bi axaftinên xerab devavêtina nirxên pîroz, helwesteke dijminane ya li dijî mirov û xwedayan e. Ger hûn karibin, kirinên baş bipesinînin; ger ji we nayê, qet nebe ji nedîtî ve werin.”

Kurdên xwende ku di civakê de xwedî nav û nûtik in, hê jî xwe negihandine ramana azad. Çinku di bandora manipulasyona dagirkeran de ne. Ji ber wê gelek caran mirovên xwe yên têkoşer û pêşeng bi devê dagirkeran reş dikin. Ji ber wê heqîqeta rewşenbîrî û entellektuelîyê di nava kurdan de bi pêş neketiye. Dema miroveke/î rewşenbîr li kêleka gele xwe cih digire, vê carê ji teref hevrêyên xwe ve têne çewisandin û destûr nayê dayîn ku bi rol û rista xwe tevbigerin. Dû re ew kes di nava bêdengîyekê de winda dibin. Ev jî alîyê din ê tîrê ye. Çinku di civakê bindest de ev tiştana derdikevin pêş. Li vir em dikarin ji azmûnên Fanon sûdê wergirin.
Frantz Fanon li dijî dagirkeran ji bo serxwebûna Cezayîrê gotiye, “…her wiha şer berdewam e. Û salên li pêşiya me, em ê ji bo başkirina birînên curbecur û mayînde yên ji ber êrîşên mêtîngehiyê bi neçarî tevbigerin. Emperyalîzma ku îroj li dijî rizgariya durist a mirovahiyê di şer de ye, li vir û li wir tovên riziyayî diçîne û divê em jî wan tovan ji hiş û ji nava axên xwe biqurmiçînin û biavêjin.”
Li gor tesbîta Fanon mirov dikare bibêje ku em du tiştan ji bîr dikin; yek jê piştî şer travmaya ku di me de çêbûyî û rewşa nifşê li dû me tên, yanî rewşa zarokan. Ev herdu rewş jî dikare bi heyînên çandî yên kollektîfî pêk werin ku ew jî tekabulî hunerê dike. Çi wêje, çi şano, çi sînema û çi wênesazî, hemû heyînên hunerî netewekê digihîne qonaxeke bilind û di nava netewên din ên cîhanî de dike xwedî nasnameyekê. Her wiha berhemên hunerî ji bo birînên şer dikarin bibin weke derman û melhemê û birînan rihet bike.
Bi van sedemên giring, divê zana, bîrbir, hunermend, siyasetmedar giş bi hişmendîyeke netewî digel hemû nakokîyên xwe karibin mill bidin têkoşîna hevdu û dagirkeran têk bibin. Di serî de gerek em ferhengeke nû ya danûstandina navbera xwe ava bikin û xwe ji zimanên tund ên hemberî hevdu bi dûr bixin. Divê em bi gotinên ferhenga xwe biaxivin. Mînak; gerek em di serî de ji dagirkerên xwe re bibêjin emperyalîst û hemû enerjîya xwe li dijî wan xerş bikin. Çinku li Tirkîyeyê hemû partîyên pergalê nasyonalîstên radîkal û muslumanên siyasî ne û bi heman helwestê tevdigerin. Ji bo wê li cîhanê kî pîbarê doza Kurdistanê piştevanîyê bikin, gerek em karibin bi wan re danûstandinan bikin. Ev egerên zanebûn û rewşenbîrîyê ne.
Dema tu weke otonom tevbigerî û di nivîsandina kurdî de israr bikî, tê çawa xwe bigihînî wan? Dema tu bi tenê di nava struktura polîtîk de bî, tê çawa karibî berhemên estetîkî û hunerî biafirînî? Ligel herdu rêyan divê tu bi zanebûna xwe ya hunerî/wêjeyî hevsengîyeke nû derxî pêş û pê re jî lingekî te di nava çanda Ewropîyan de be.
Ferhenga Sirgûnê, Bermeqlûb, Bavfileh, Helange, Kitim û gelek roman û çîrokên giranbuha yên din ji alîyê te ve hatin nivîsandin. Di hin van berheman de te teknîkên cihê ceribandin. Lê qasî ku me hay jê heye, tu di pirtûka xwe ya dawî Şevhilat de dixwazî teknîkeke nû ya nivîsê biceribînî. Dixwazî ji me re qala nûjenîya te di vê pirtûkê de ceribandîye bikî? Û çima renge şîn di vê pirtûkê de pir li pêş e?
Heta niha 18 pirtûkên min hatine weşandin. 6 jê roman, 5 jê çîrok, 3 jê pirtûkên zarokan, 1 şano, 1 lêkolîn/salname, 2 çapên nû û di ser 10an re pirtûkên werger hene. Her wiha nêzîkê 10 pirtûkên neçapkirî hene. Ez di her pirtûkeke xwe de dixwazim tiştekî nû li xwe zêde bikim. Ji bo min nivîsandina wêjeyî, jiyîna lêgerînekê ye û naxwazim di vê lêgerînê de xwe dubare bikim. Xwedubarekirin, kurtkirina temenê nivîskarîyê ye. Dixwazim bi her pirtûkekê re navekî nû li ferhenga kurdî zêde dikim. Şevhilat jî encama lêgerîneke wiha ye. A rast naxwazim romana xwe veçirînim û karên rexnegirekê/î bixwe bikim. Salek di ser çapa romanê re derbas bûye û heta niha weke roman di lîsteya salê ya pirtûkên çapkirî de jî nehatiye bicihkirin. Li ti derê ji bo wê destnîşankirin çênebûye, li ser wê ti nivîs jî nehatiye nivîsandin. Bi vê minasebetê naxwazim der barê wê de ti şiroveyan bikim. Min roman di heman demê de bi kurdî, fransî û tirkî nivîsand. Min dixwest bi van hersê zimanan biçe ber destên xwînerên wêjeyê û bertekên wan li min vegere. Çinku min heta niha wergera bi zimanê tirkî nedipejirand û min dixwest bi tene xwînerên kurd romanên min bixwînin. Belkî dema wê hatiye û divê pirtûkên min bi rêya wergerê di zimanên din de jî werin xwendin. Ev ji bo qada wêjeyê ya cîhanî pêwîst e.
Bi kurtî bersiva pirsa rengê şîn a di romanê de bikim; Şevhilat ji 6 beşan pêk tê û di serê her beşekê de wêneyekî ji serdema şîn a Pîcasso heye. A rast, gerek di pirtûkê de her wêne bi rengê xwe hebûya lê weşanxaneyê li gora însîyatîfa xwe ew weke reş û spî weşandine. Serdema şîn a Pîcasso, salên 1902-1904 ên li Parîsê ku di nîgarên xwe de ji ber melankolîya wê deme bi tenê rengê şîn bi kar anîye. Û ev jî têkîldarî vegotina romanê ye.
Helbestvan Ennius gotiye, “Temenê we hezar salan derbas bike jî, hûn ê di cihekî teng de asê bibin û qisûrên we wê hemû umrê we daqurtîne.” Ez weke mirov bi vê hişyariyê hewl didim bijîm û di dinyalîka gewrik de çend berheman di pirtûkxaneya netewa kurd de bi cih bikim.