Yaqob Tilermenî

Bibêjî NA!..

Ji bo dijrabûna li hemberî fermandariya faşîzmê û tunekirina şer, mirov karibe bi bedewiyên resen li ber xwe bide, pênûs û kaxiz û çend dîmenên ji hişekî azad bes e û di ser re ye jî.

Çawa ku di serdema şerê cîhanê yê 2yem de gelek vînên serbixwe bêyî ku ji firandina serê xwe bitirsin, ji pênûsên xwe tîrên hezkirinê barandine ser dijminên mirovatiyê, piştî wê jî gelek cegerpolayên ku zirêxa wêjeyê li bedena xwe pêçandine jî, derketine ser textebana hunerê.

Di roja îro ku weke serdema teknolojî û înternetê tê binavkirin de, dîsa faşîzm li kuçe û kolanan digere û bi direwşên netewî zixtan di mirovên cihêrengxwaz de radike. Amerîka û hevkarên wê bi gefan û dû re bi kiryarên êrîşkarî jiyan li hemû Cîhanê kirine dojeh. Rûsya û hevkarên wê li Ûkraynayê şerekî bêeman dike. Bi giştî Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistan li ser armancên dagirkeran di nava qeyraneke dîtir de digevize. Gefa tundîtiyê li her mirovên «ne-ji-me» tê xwarin û pê jî nayê ser, dixwaze her mirovî veguherîne «yek-ji-me»yan. Hewldana damezirandina koroyeke netewî di her warên jiyanê de li ser kar e. Ev ba ew qasî bi bandor e ku nivîskar, muzîkjen, lîstikvan, sînemager, wênesaz şanoger û tevdekan li ser navê netewperestîyê dide ber xwe û zimanê wan ê hunerî ji dest wan digire.

Wolfgang Borchert

Ger mirov berê dûrbîna xwe bide rojên rabirdûyê, dê bibîne ku Wolfgang Borchertê Almanî ligel temenê xwe yê ciwanî, bi hunera xwe li ber pozê nazîzmê rabûye û piştî her ketinekê spîsaxlem li ser piyan maye. W. Borchertê ku bi temamî 26 salan jiyaye (Salên 1921-1947), peywirdarên nazîzmê sê caran ew bi darê zorê birine eniya şer û cara taliyê ew ji eniya şer reviyaye Fransa’yê. Dema ku fikirên xwe yên li dijî Nasyonal Sosyalizmê di nameyên xwe de nivîsandine, ev fikrên wî li hemberî dewletê weke talûke hatine hesibandin û hatiye girtin. Wexta ku dê ji leşkeriyê çirûk bibûya, ji ber ku Goebbelsê peywirdarê propagandaya nazîzmê kiriye mijara parodiyekê dîsa hatiye girtin. Çûye Hamburgê, di şanoya dewletê de weke cîgirê derhênêr xebitiye û di pêşandanên kabareyan de cî girtiye. Li ser nebaşbûna tendirustiya wî, ew ji wir şandine Swisreyê û li bajarê Baselê di senatoryûmê de çûye ser dilovaniya xwedê.

Ji W. Borchert lîstik, çîrok û helbest mane. «Tu Bibêjî Na!» weke manîfestoyeke li dijî hemû şeran heta roja me jî rastiya mirovatiyê tîne zimên. Em weke mirovên cihêrengxwaz vê manîfestoyê ji dêleva alên netewî li her warên jiyanê daliqînin :

«Tu. Camêrê li ser makîneyê û camêrê li kargehê. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘ji dêleva boriyên avê û beroşan, kumzirxên polayî û tifingên reşêşî çêbike’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Keçika li paş dezgehê û keçika li mijûlgehê. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘fîşekan dagire û dûrbînên nîşanê yên tifingan monte bike’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Xwediyê kargehê. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘ji dêleva şekirard û kakao barûdê bifiroşe’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Zanyarê li laboratûwarê. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘li dîjî jiyana berê mirineke nû keşif bike’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Ozanê li odeya xwe rûniştî. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘ji dêleva stranên evînê stranên nefirînê bistirê’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Bijîşkê li ser serê nexweş sekiniye. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘rapora saxlemiyê bide xortên dê şer bikin’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Keşîşê li ser mîmberê. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘kuştinê helal û şer pîroz ilam bike’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Keptanê keştiyê. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘ji dêleva genim, top û tangan bar bike’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Pîlotê li balafirgehê. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘bi ser bajaran de bombe û fosforê bibarîne’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Cildirûyê li dikana xwe. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘unîformeyan bidrû’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Hakimê ku cubbeyê xwe li xwe kiriye. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘tev li dadgeha leşkerî bibe’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Zilamê li îstegeha trênê. Sibê fermanê bidin te û bibêjin, ‘sînyala trêna ku dê cebilxane û nakliyeyê bide rêkirin nîşan bide’, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Zilamê li gund û zilamê li bajêr. Sibê werin cem te û fermana seferberiyê bidin te, tenê tiştek heye tu bikî: Bibêji NA!

Tu. Dayika li Normandiyayê û dayika li Ukraynayê, tu, dayika li Frisko û li Londrayê, tu, dayika li Hoangho û li Mississipiyê, tu, dayika li Neapel û li Hamburg û li Osloyê, dayikên li hemû parzemînan, hemû dayikên li dinyayê, sibê fermanê bidin we û bibêjin, ‘ji bo nexweşxaneyên leşkerî hemşîreyan û ji bo şerên nû zarokên ku dê bibin leşker bînin jiyanê’, tenê tiştek heye hûn bikin: Bibêjin NA!

Dayikno, bibêjin NA!»