NEWROZA ARÎ Ya 2026’an
Dîroka Kurdan bi her halê xwe mêjûya berxwedanî û serhilderiyê ye.
Parastina neteweya Kurd jî ji her aliyê xwe ve bi wêjeyê, bi mîtolojiyê û bi destanan ve gihîştiye heta roja me; yek ji wan hêmanan jî Cejna Newrozê ye ku bi agirê geş heta niha dîrokeke geşbûyî, mezin û kevnar afirandiye.
Zulma Dehakan bi raperîna Kawayan li serê Çiyayên Kurdistanê gihîştiye lûtkeyê û ji nifşên bi dû re wekî mîrat maye. Ji ber wê agir pîroz bûye, ji ber wê giyan bi alaviyên êgir têne paqijkirin, ji ber helwestên li dijî zulmê bûye kevneşopî li cem Kurdan.
Newroz nîşaneya wê civakê ye ku bi her awayî, bi rasteqîniya xwe li hemberî bîndestî û zulmê çîrokên mezin ên berxwedan û serîhildanê bi xwe re afirandiye.
Li Rojhilata Navîn ev cejn îsal wê bibe cejneke seranserê vê erdnîgariyê û êdî wê hêvîyên lêhengên hemdem ên Newroza roja me bi armanc û daxwazên wan ên netewî bibe Newrozeke aştî, aramî û wekheviyê ku hemû mafên hatine desteserkirin bibe mifteya bidestxistineke demdirêjî ji bo sedsala 21’emîn a Kurdan.
Ev çirûsk serê pêşîn li Başûrê welêt hate pêxistin, dû re li Rojavayê Kurdistanê û niha jî li paytexta dil a Rojhilatê Kurdistanê geş dibe.
Serencam wê li Bakur bigihîje qonaxa mezin.
Newroza Kurd û Kurdistaniyan a sala 2026’an pîroz be.

Enstîtuya Kurdî – Swîsre