Yaqob Tilermenî
Yek ji civakên herî lihevhatî bi xwezayê re, civaka Kurd e. Ji ber ku di roja yekemîn a Biharê de kêfxweşîya xwe bi pîrozkirina vê rojê tînin zimên û bi navê roja nû, Newrozê pênase dikin. Ev jî nîşan dide ku mirovên civaka Kurd xwedî binyateke ekolojîk (xwezahez û xwezaparêz) in ku mîrata wê digihîje berîya 2700 salan.
Yek ji nîşaneya herî mezin a helwesta Kurdan jî, geşkirina wan a agir e ku ew êgir pîroz û weke direwşa ronahîyê dihesibînin. Ji ber wê jî di hefteya Newrozê de bi milyonan Kurd derdikevin xwezayê, hatina biharê silav dikin û bi xîmê çanda xwe ya kurdî, bi govend û dîlanan bi saetan li dora agirê pîroz çerx dibin.
Ji kîjan olê bin, mezheb û bawerîya wan çi be, li kîjan alîyê Kurdistanê bin, li kûderê Cîhanê bin, rêxistin û bîrdoza wan çi be, ji kîjan alê hez bikin, temenên wan çend bin li koşeyeke xwezayê li ber muzîka Kurdî hatina biharê bi destdana hevdu pîroz dikin. Di hefteya Newrozê de xweza bi vê helwesta Kurdan bextewar dibe û demildest dest bi vejîna nû dike. Bi vî awayî xweza jî dibe Kurdperwer, çawa ku Kurd dibin xwezahez / ekolojîk. Bi vî awayî jî kurdperwerî û ekolojîkbûn dest bi dest, mil bi mil hev du temam dikin.
Ev hewldana tekane ya civaka Kurd wekî her carê ne li gora daxwaza hin tarîhezan e ku dixwazin tim êgir bitefînin û seqayeke tarî ava dikin. Helwesta xwe ya reşbîn bi rêya tora civakî belav dikin û dubendîyan çêdikin. Ji ber hindê cudahî, cihêrengî û ciyawazîyên civaka Kurd bi çend Twît û peyamên xerab li ser Facebokan weke dubendî radigihînin. Lê mirêka herî mezin a civaka Kurd, ne tora civakî ye, xweza bi xwe ye ku mirov dikare bi hêsanî serên xwe ji ser wêneşanên telefonan rakin û kêlîkekê bi xwezayê re bibişkurin.
Gotina Pascal, «Ji bo kesên ku dixwazin bibînin, têra xwe ronahî heye û ji bo kesên ku naxwazin bibînin jî, têra xwe tarîtî heye.», bi hêsanî hestên ronak û reşbîn vedibêje. Em alîgirên ronahîyê ne, li dijî tarîtîyê agirê pîroz geş dikin û cejna Newrozê bi xwezayê re pîroz dikin.
21’ê Adara 2026’an, Swîsre.