Bi pêşengtiya van Saziyên civakî yên Kurdistanî li Swîssre de:
Navenda Mafên Mirovan a Kurd,
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevê,
Şaxa Cenevê ya Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê,
Federasyona Demokratîk a Elewiyan û bi alîkariya
Şaredariya Cenevê ji bo Newrozê li Qesra Eynardê Resepsiyonek pêk anî.
Di serî de Şaredarê Cenevê Alfonso Gomez,
Hevşarederê Muşê Sırrı Söylemez û gelek sîyasetmedar û nûner beşdarê resepsîyone bûn.
Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê şaxa Cenevê beriya newrozê bişbirkeke wênesazîyê pêkanî bû. Ji bo zarokan wek grûba pîçûkan, grûba navîn û grûba mezinan sê beşa da wênesazên ku ketine dereceyê hatibûn hilbijartin.
Aren Deniz Kaya,
Silava Lîlav Sezer,
Tuana Akdenîz,
Di pêşbirkê de her yekî di grûba xwe de serketibûn û bibûn yekemîn. Ew jî beşdarê resepsîyonê bûn û xelatên xwe ji destê Alfonso Gomez, Sırrı Söylemez û Kajal Abbasî girtin.
Resepsiyonê bi axaftina Moderator û Nûnera Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Fatma Şik ê dest pêkir û Alfonzo Gomez û Sırrı Söylemez jî yek axaftin kirin.
Koma Dengê Medya di resepsiyonê de konserek da.
Enstituyê formeyên tîma Amedsporê ji bo hemê zarokên ku beşdarê pêşbirka wênesazîyê bibûn diyarî kir.
Resepsiyona newrozê bi kokteyle kî dawî bû.