Oratoryoya Cegerxwînî ya bi navê Pendname ku di sala 2014’an de ji teref nivîskar Yaqob Tilermenî ve hatibû nivîsandin, di 27’ê Adara 2026’an de li Rojavayê Kurdistanê ji teref Komîna Şano û Orkestraya Hîlala Zêrîn ve weke şanoya muzîkalî li bajarên Qamişlo Hesekê û Dêrikê ve derket ser dikê.
Nivîskar Tilermenî ji pirtûkên helbestan û pirtûka jînenîgarîyê yên Cegerxwîn oratoryo nivîsandiye û hemû deq ji gotinên wî raber kiriye. Bi qasî tê zanîn, cara yekemîn e ku Oratoryoyek bi Kurdî tê pêşkêşkirin ku ev ji bo hunera Kurdî gaveke pêşîn û giring e.
Weke di wêneyê û afîşê de hatiye, hunermendên Rojavayê Kurdistanê li gora şert û mercên xwe guherandin di deqa nivîskî de çêkirine û ji oratoryo bêtir ew weke şanoyeke muzîkalî amade kirine. Ji ber ku oratoryo bêtir gotinên helbestî yan dîrokî li gel senfonîyekê bêyî cil û bergên şanoyê pêşkêş dike, ya li Qamişloyê hatiye lîstin, cudatir e.


Mijara oratoryoyê rewşa Kurdistanê ya salên 1916’an e ku bi Peymana Sykes-Picotê welatê Kurdan ji teref Fransewî û Îngilîzan ve hatibû dabeşkirin. Şano bi pêşkêşkirina helbest û jîyana Cegerxwîn a li hemberî temaşevanan, bîra Kurdî ya rabirdûyê ji nû ve vedijîne û dixwaze çarenûsa Kurdan a guherandî nîşanî nifşên roja me bide.