CEJNA ZİMANÊ KURDÎ PÎROZ BE
15ê Gulanê: Roja Zimanê Kurdî, Roja pîrozkirina zimanê neteweya Kurd e.
Her netewe bi zimanê xwe dijî. Ziman ne tenê komek peyvan e. Ziman bîra neteweyekî ye, dîroka wî ye, çanda wî ye, awaz û hûnera wî ye. Zimanê Kurdî jî ji bo me Kurdan wek bedenê ye. Eger zimanê me nebe, em jî nikarin hebûna xwe diyar bikin.
Di 15ê Gulanê 1932an de li Şamê, Mîr Celadet Alî Bedirxan û rewşenbîrên wek Qedrîcan, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Nûredîn Zaza dest bi karekî dîrokî kirin. Wan hejmara yekem a Kovara Hawar ê bi tîpên latînî weşandin. Ew roj ji bo zimanê Kurdî şoreşek bû. Ji ber ku berî wê, alfabeyek me ya yekgirtî û nûjen tune bû. Hawar bû dibistan. Hawar bû hawar ji bo ziman. Bi saya Hawarê, nivîskar, helbestvan û xwendevan bi hev ve hatin girêdan. Lewma em 15ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî qebûl dikin û pîroz dikin.
Zimanê Kurdî Çi ye Ji Bo Me?
Zimanê Kurdî lorîka dayikan e dema zarokên xwe radizînin. Zimanê Kurdî strana evînê ye li ser lêvên evîndaran. Zimanê Kurdî kilamên dengbêjanin ku li ser zozanên bilind û li singa zinaran holan dide. Zimanê Kurdî gencîneya çîrokên pîr û kal û bav û bapîrên me ye. Zimanê Kurdî helbesta Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî ye. Zimanê Kurdî nirx û rûmeta neteweya gelê Kurd e.
Bi sedê salan dijminê me,ji bo vî zimanî bêdeng bikin. Pêşî Qedexe kir, biçûk xist, gotin tune ye û ne zimanê nivîsînê ye. Lê zimanê me nemir. Ji ber ku gelê me dev ji zimanê xwe berneda. Dayîk bi dizî bi zarokên xwe re axivîn Dengbêjan li pişt çiyan kilam gotin. Nivîskaran di sirgûnê de bi kurdî nivîsîn û zimanparêzan ziman parastin.
Îro
Pîrozkirina 15ê Gulanê tenê bi peyamekê nabe. Pîrozkirina rast ew e ku em xwedî li zimanê xwe derkevin . Li herçar beşên Kurdistanê ala zimanê Kurdî bilind bikin.
- Bi zarokan re bi kurdî biaxivin.Ziman li malê dest pê dike. Bila zarokên me bi zimanê dayika xwe mezin bibin.
- Bixwînin û binivîsin. Her roj rûpelek,an jî pirtûkek kurdî bixwînin. Li ser telefona xwe klavyeya kurdî saz bikin û bi kurdî binivîsin.
- Piştgiriyê bidin xebatên kurdî. Pirtûkên kurdî bikirin, fîlmên kurdî temaşe bikin û muzîka kurdî guhdarî bikin.
- Şerm nekin. Li ku derê dibe bila bibe, bi kurdî biaxivin. Zimanê me ne lewaz e. Zimanê me zimanê wêjê, felsefê û hûnerê ye. Li seranserê cihanê Kurdî di nava koma zimanên herî xurt de ye.
Bila 15ê Gulanê ji me re bibe sedema şiyarbûnê. Emê soz bidin ku em ê vî zimanê şêrîn, vî zimanê kevnar, vî zimanê berxwedêr bigihînin nifşên bên.
Zimanê ku bi xwîn û xwêdana bi hezaran rewşenbîr û cangoriyên me gihiştiye roja me ya îro, êdî ev ziman emanetê me me ye. Divê em li vî emanetî xiyanetê nekin û lê xwedî derbikevin.
Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd û li hemû kurdperwer û dostên zimanê Kurdî pîroz be!
Bijî zimanê Kurdî!
Enstituya Kurdi Swissre