Raporta Salane ya Çalakiyan 2025/2026
Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê
Derbarê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê de
Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê rêxistineke ne-qezenci ye, giştî li hemu Swisre çaleke u ji hêla siyasî û olî ve bealiye. Enstîtu ji bo pêşvebirina ziman, çand, wêje û perwerdeya Kurdî, wekî din jî ji bo lêkolînên zanistî yên li ser mijarên Kurdî li Swîsreyê dixebite.
Di navenda xebatên me de fêrkirina zimanê Kurdî, parastin û veguhestina mîrata çandî û her weha teşwîqkirina pirzimanî, wekheviya derfetan û beşdariya civakî hene. Bi pêşniyarên xwe yên perwerde û çandê, em tevkariyê li xurtkirina nasnameya çandî ya zarok, ciwan û mezinan û avakirina diyalogeke çêker a navçandî li Swîsreyê dikin.
Xebatên Perwerdeyê
Xebatên perwerdeyê girîngtirîn û giraniya xebatên Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê pêk tînin. Pêşniyarên me hînbûn û kûrkirina zimanê Kurdî, pêşxistina behremendiyên pirzimanî û naskirina dîrok, wêje û çanda Kurdî teşwîq dikin. Di heman demê de, ew piştgiriyê didin pêşketina kesayetî ya zarok û ciwanan û derfetên wan ên perwerde û entegrasyonê xurt dikin.
Di raportê sala 2025/2026an de, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê li kantonên Zürich, Bern, Schaffhausen û Genfê bernameyên ziman û çandê bi rêve birin. Wane ji hela mamosteyen şahreza ve hatin amadekirin û ew bûn temamkerê bernameyên perwerdeyê yên dibistanên dewletê.
Di sala 2026an de, ji ber zêdebûna daxwazê, ev pêşniyar hîn bêtir hatin berfireh kirin. Bi taybetî li kantonên Luzern û Uri dersên nû yên bi ser HSKê (Ziman û Çanda Welatê ) hatin avakirin û bi serkeftî dest pêkirin. Di heman demê de bernameyên heyî hatin pêşxistin û beşdarên nû hatin qezenckirin. Ji bo sala dibistanê 2026/2027an di bernameyên perwerdeyê yên Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê de bi giştî 186 zarok û ciwan qeydkirî ne.
| Kanton | Bername / Pêşniyar | Beşdar |
| Kantonê Zürich (Winterthur) | Dersa Ziman û Çandê | 20 Zarok |
| Kantonê Bern | Dersa Ziman û Çandê | 34 Zarok |
| Kantonê Zürich (Kloten) | Dersa Pêşxistina Ziman | 20 Zarok |
| Kantonê Schaffhausen | Dersa Ziman û Çandê | 15 Zarok |
| Kantonê Genf | Dersa HSKê | 60 Zarok |
| Kantonê Luzern | Dersa HSKê | 22 Zarok |
| Kantonê Uri | Dersa HSKê | 15 Zarok |
| Tevahî | 186 Zarok û Ciwan |
Dersên HSKê niha li kantonên Cinêv, Luzern û Uriyê têne meşandin. Li rex vê, Enstîtu li herêmên din ên Swîsreyê jî dersên ziman û çandê pêşkêş dike. Bi rêya vê kombinasyona perwerdeyên piştgir a dibistanê û yên derveyî dibistanê, kom berfireh dibin û piştgiriyeke mayinde tê peydakirin.
Ders bi piranî bi zaravayê Kurmancî têne dîtin. Li ser vê yekê, gava daxwaz hebe, Enstîtu xwedî wan derfet û îmkanên pisporî û personelî ye ku bi zaravayên Zazakî (Kirmanckî) û Soranî jî bernameyên perwerdeyê pêşkêş bike.
Qadên din ên xebatê
Li rex xebatên perwerdeyê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê di pêşvebirina ziman û çanda Kurdî, di projeyên wêje û wergerê de û di xebatên lêkolînî yên zanistî û civakî de jî cih digire. Di nav qadên din ên xebatê de belgekirina dîrok û çanda Kurdî, organîzekirina konferans, Komxebat (workshop( û çalakiyên çandî û her weha pêşxistina pevguhertinê di navbera saziyên perwerdeyê, navendên lêkolînê û rêxistinên koçberan de hene.
Kêşeyên li pêş û perspektîfên pêşketinê
Daxwaza ji bo bernameyên Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê rojane zêde dibe. Di heman demê de daxwazên ji bo kalîte, profesyonelî û mayindebûna xebata perwerdeyê jî zêde dibin. Kêşeyên taybet di perwerdekirina mamosteyan, pêşxistina materyalên nûjen ên hînkirin û hînbûnê, berfirehkirina bernameyan li herêmên din û piştgirîkirina zarok û malbatên ku derfetên wan ên darayî kêm in de ne.
Ji bo ku ev kêşe werin çareserkirin, Enstîtu hewcedarî hevkarî û piştgiriya dibistan, şaredarî, desthilatdarên perwerdeyê, fondasyon û piştgirên taybet e.
Pêşbînî
Ji bo salên pêş de, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê armanc dike ku xebatên xwe yên perwerde, çand û lêkolînê hîn bêtir berfireh bike û rê bide ku hîn bêtir zarok, ciwan û mezin bigehêjin perwerdeyên bikalîte. Di navenda vê de pêşxistina bernameyên HSKê, perwerdekirina mamosteyan, amadekirina lewazimên nûjen ên dersê û piştgirîkirina projeyên di qadên ziman, wêje, çand û lêkolînê de hene.
Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê bawer e ku pirzimanî, perwerdeya çandî û wekheviya derfetan ji bo hevgirtina civakî, entegrasyon û beşdariya çalak mercên bingehîn in.
Spasî û şayanî
Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê spasiyên xwe yên ji dil pêşkêşî hemû mamoste, malbat, dilsoz, dibistan, şaredarî, saziyên perwerdeyê, rêxistinên hevalbend û her saziyên piştgir dikin ji bo bawerî û piştgiriya wan a biha. Bi saya tevlêbûna wan, pêşxistina domdar a xebatên perwerde û çandê gengaz dibe û tevkariyeke mayinde li pêşxistina pirzimanî, cihêrengiya çandî û beşdariya civakî li Swîsreyê tê kirin.

























































